H’emû nûçeSereke
Mecalên berfirehkirina hevkarîya Ermenîstanê û Hindistanêye nava goveka parastinêda hatine gotûbêjkirinê

Nava dorana seredana xebatêye li Hindistanê,wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan rastî wezîrê Hindistanêyî parastinê Racnat Sîngh hatîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine.
Herdu alîya jî razîbûna xwe derheqa dereca hevkarîya dualîda elam kirine. Mecalên berfirehkirina hevkarîya Ermenîstanê û Hindistanêye nava goveka parastinêda hatine gotûbêjkirinê.Wezîra usa jî derheqa pirsên herêmî û navneteweyîda xeberdane. Baylozê Ermenîstanêyî li Hindistanê Vahagin Afyan û serokê komîtêya senaya leşkerî, ya wezîreta têknolocîyên bilind Aram Cîvanyan beşdarî hevdîtinê bûne.







