Pêşnûmeya li ser destpêkirina endamtiya Ermenîstanê ya li Yekîtîya Avropayê ne li ser derketina ji Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkî ye: Zêynalyan

Nûnerê însîyatîva sîvîl ya endambûna Ermenîstanê ya ji bo Yekîtîya Avropayê û wezîrê berê yê edaletê yê Ermenîstanê Artak Zêynalyan, dîyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ya destpêkirina pêvajoya endambûna Ermenîstanê ya ji bo Yekîtîya Avropayê, ne derketina ji Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkîye.
“Armanca vê pêşnûmeyê destpêkirina întêgrasyona bi Yekîtîya Avropayê re ye, ne ji bo hilweşandin yan bêbandorkirina Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkîye”. Di vir de kêşeya derketina ji Yektîya Avrasîyaêye Êkonomîkî yan qutkirina têkilîyên bi Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî re tune. Em hewl didin ku bazarên nû bibînin” ,-ewî destnîşan kirîye.
Artak Zêynalyan, hincet nîşan da û dîyar kir ku endamtîya Yekîtîya Avropayê wê serwêrî û ewlehîya Ermenîstanê zêde bike.
Parlamênta Ermenîstanê îro li ser qebûlkirina pêşnûmeya ji bo destpêkirina pêvajoya endamtîya Yekîtîya Avropayê dest bi nîqaşan kir.
9 ê çile de hukumeta Ermenîstanê ev proje pejirand. Serokwezîr Nîkol Paşînyan dîyar kir ku ev nayê wê wateyê ku Yêrêvanê bi awayekî otomatîk tevlî civakê bibe, ji ber ku ev mijar rêfêrndûmê dixwaze.Wezîrê Ermenîstarêyî karên der Ararat Mîrzoyan jî di heman demê de eşkere kir ku ev proje bi serê xwe destpêşxerîya giştî ye ku hejmara pêwîst îmze berhev kirîye.







