Gerekê derheqa hêvîdarîyên rastda bêjin, bona ku meriv nefekirin ku em bûne endamê Yekîtîya Avropayê: Paşînyan

“Pirsa here sereke ez hesab dikim ku hemû tiştên Ermenîstanê anegorî standartên Yekîtîya Avropayêbin û anegorî normên wanbin”.Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye.
Em bêjin,wekî parlamênta Ermenîstanê wextê civîna 12 ê sibatê projeya qanûna derheqa destpêkirina pêvajoya bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda qebûl kir.
“Hukumat vê înîsîyatîvayê çawa ya normal hesab dike û dide dîyarkirinê,wekî ew yek gorî sîyaseta hukumatêye.Dema ku ew qanûn îdî bê qebûlkirinê, wî çaxî îdî qulixeke girîng wê bona cimeta me hebe.Ew yek wê mecalê bide me ku jîyana sîyasî bidine pêşxistinê û guhdarîya mezin daynin ser gotûbêjkirinan”,- Paşînyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê wekî qebûlkirina qanûnê nade kifşê,wekî Ermenîstan dibe endama Yekîtîya Avropayê, yan jî kanîdata bona endamtîyê.Paşînyan gotîye,wekî ew yek gaveke girînge ku li ber cimeta Ermenîstanê mecala bijartinêye berfireh daynin.
“Em hemû jî zanin,wekî rîsk hene û tu rîskek wê yekê zêdetir nake, ew diha zêdetir tê serkarîkirinê.Me nava wê yekêda gunehkar dikin ku em dicêribînin rîskên anegor veşêrin.Ez usa nafikirim ku em wê yekê dikin.Em vekirî derheqa wan rîskada dibêjin”,-Paşînyan gotîye.







