Îstîxbarata Danîyayê li ser xetera “şerê mezin” ya li Avropayê, ku dikare ji alîyê Rûsyayê ve bê destpêkirin, hişyarî da

Servîsa îstîxbarata leşkerî ya Danîyayê raporek weşand û tê de hişyarî da ku di nav 5 salên pêş de li Avropayê “şerê mezin” çê bibe. Li gorî nirxandina wezîretê, heger Rûsya NATO ê hem ji alîyê leşkerî û hem jî ji alîyê sîyasî ve lawaz bihesibîne, dibe ku li dijî yek yan jî çend welatên hevpeymanîyê hêzê bikar bîne.
Wekî ku Politico dinivîse, rapor girîngîyeke taybetî dide rola Dewletên Yekbûyî. DDIS di wê bawerîyê de ye ku îhtîmala pevçûyîna leşkerî wê zêde bibe heger Rûsya bigihêje wê encamê ku Amêrîka nekare yan jî nexwaze piştgirî bide hevalbendên xwe yên avropî di dema êrîşan de.
Pêşbînîya DDIS di nav hewildanên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîka Donald Tramp de ji bo bi dawîkirina şerê li Ûkraînayê,sêsênarên mûhtemel yên geşepêdana bûyeran vedikole, heke şer bi dawî bibe yan biqerime.Wekî din, hemî vebijark texmîn dikin ku Rûsya nekare di heman demê de li dijî çend welatan şer bike.
Li gorî texmînên ku hatine pêşkêş kirin, di nava şeş mehan de Rûsya wê bikaribe bi dewleteke cînarre ku navê wî nehat zanîn dest bi şerê çekdarî yê herêmî bike.Di nav du salan de, li welatên Baltîkê rû bi rûbûna herêmî mûmkin e. Û di nav pênc salan de, heke NATO qelis bibe û ji hêla Dewletên Yekbûyî ve gavek bibiryar nebe, Rûsya dikare şerek berfireh li dijî Avropayê bide destpêkirin.
Her wiha, raporê destnîşan kir ku pêşbînîya bihêzkirina gengaz ya potênsîyala berevanîyê ya welatên NATO ê li ber çavan nagire.







