H’emû nûçeSereke

Moskva-konferansa xwendinên kurdolojiyê: çand û siyasetê hat lidarxistin

Konferanseke zanistî û praktîkî ya bi navê “Xwendinên kurdolojiyê:çand û sîyaset” ê li zanîngeha Lomonosovê ya Moskvayê hat lidarxistin.

Dibe ku piştî rûxîna Yekîtiya Sovyetê, zanîngeha Lomonosovê ya Moskvayê yekemîn konferans e ku li ser kurdolojiyê li dar xistibe.

Rêkxerê konfêransê profesorê zanîngeha Lomonosovê diyar kir ku armanca wan ya sereke vejandina kurdolojiya Rûsyayê ye.

Serokê beşa Asyaya Navîn û welatên Qafqasyayê ya zanîngeha Lomonosovê ya Moskvayê profêsor Aleksey Muravyov gotîye:

“Em dibînin ku pêşhatên mezin li herêmê bi taybetî li Felestînê, Sûryayê û Îraqê rû didin.

Eşkere ye ku ev rûdan heta radeyekê bi kurdan ve jî girêdayî ne.

Loma jî divê rojhilatnasiya Rûsyayê bibe merciyeke pisporan yên ku li ser bingeha zanîna ziman, çand û nerîtên gelêrî û yên siyasî perwerde bûne û dikarin nêrînekê biefirînin û ew nêrîn jî bibe beşek ji qada întêlêktueliya Rûsyayê”.

Kurdologên ji zanîngeha Lomonosovê û ji înstîtuya Rojhilatnasiyê ya akadêmîya zanistan ya Rûsyayê, her wiha lêkolerên ciwan bi raporên xwe yên li ser mijarên ziman, dîrok, çand, bawerî û siyasetê beşdar dibin.

“Çima divê Kurdistan hebe?”

Siyasetzan û koordînatora konferansê Maya Emîriyê gotîye:

“Divê li van konfêransan em ne tenê li ser van mijaran biaxivin, ka çima Kurdistan nîne, yan jî çima Kurdistan divê hebe.

Divê em bi aborî, bi karsazî û bi kulturê vê nerîta xwe nîşan bidin.

Divê em rûyên teze nîşan bidin. Ev yek îro ji bo pirsgirêka kurdan gelekî girîng e.

Fikira min wisa ye ku ne tenê em kurd divê kurdî bizanin û hînî kurdî bibin, na.

Divê em zimanê xwe fêrî civaka Rûsyayê jî bikin”.

Rûsya demeke dirêj li cîhanê wek navendeke girîng ya kurdolojiyê dihat naskirin.

Lê îro ji bo perwerdekirina xwendekarên zanîngehan mamosteyên zimanê kurdî jî peyda nabin.

Serokê beşa kurdolojiyê ya înstîtuya Rojhilatnasiyê ya akademiya zanistan ya Rûsyayê Kîrîl Vêrtyayêv jî gotîye:

“Em dikarin li vir mamosteyên bi zaravayê kurmancî peyda bikin lê pisporên me yên ku soranî dizanin, gelekî kêm in.

Vê gavê daxwaza fêrbûna ziman, bi giranî ji karmendên wezîreta karên der tê, lema pêwîstiya wan, ji bo karê wan yê li Kurdistana Îraqê heye.

Ez dizanim ku vê gavê pisporên Rûsyayê hene ku zaravayê soranî baş dizanin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button