H’emû nûçeSereke

Komîtêya netewî ya ermenî ya Amêrîkayê bang li Tûlsî Gabbardê  dike ku hevkarîya amêrîkî di paqijkirina êtnîkî ya li Arsaxê de lêkolîn bike

Komîtêya netewî ya ermenî ya Amêrîkayê pîrozbahî li endama Kongrêsa amêrîkî ya berê Tûlsî Gabbardê kir ji ber ku wê wek dîrêktora îstîxbarata netewî hat pejirandin û daxwaza lêkolîneke berfireh li ser têkçûnên îstîxbaratî, sîyaset û alîkarîya der ya Amêrîkayê kir ku beşdarî qirkirina êtnîkî ya Adirbêcanê li ser nifûsa ermenîyên xwecihî yên Arsaxê bûne.

Aram Hambaryan, rêvebirê komîtêya neteweyî ya Ermenîstanê, gotîye: “Komîtêya neteweyî ya ermenî ya Amêrîkayê pêşwazîyê li pejirandina îro ya Gabbardê dike û bang dike ku piştrast bike ku Dewletên Yekbûyî bi tevahî rola xwe di kampanyaya qirkirina Adirbêcanê ya li dijî gelê ermenî yên Arsaxê de bipejirîne”.

Di nameya xwe ya pîrozbahîyê de ji Gabbard re, komîtêyê her wiha tekezî li ser girîngîya nirxandineke fermî ya sîyaseta îstixbaratê kir, da ku têbigihê ka çawa polîtîkayên Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, wek alîkarîya leşkerî ji Adirbêcanê re, beşdarî tawanên wê yên şer dike bîranîna Dewletên Yekbûyî ya qirkirina Ermenîyan û hilbet ji bo daxwazên dêmokratîk yên Xiristîyanên ermenî yên xwecihî yên li Arsaxê. Di nameya komîtêya neteweyî ya Ermenîstanê de bi taybetî tê gotin: “Em amade ne ku piştgirîyê bidin lêkolîna li ser kêmasî û têkçûna komîsyonê ya Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, ku alîkarîya Adirbêcanê kir, yan jî teşwîq kir ku bernameyên xwe yên qirkirinê li dijî gelê sîvîl yê ermenî li Arsaxê bişopîne”.

Komîtêya neteweyî ya Ermenîstanê berdewam bang li rêveberîya Tramp dike ku benda 907 a ya qanûna piştgirîya azadîyê, ya ku alîkarîya leşkerî ya amêrîkî ji Adirbêcanê re qedexe dike, bike û hem jî cezayên Magnîskî li dijî kar bi destên Adirbêcanê yên ku ji sûcên şer berpirsîyar in, bi cîh bîne. Bi ser de jî, komîtê bang li hukumeta amêrîkî dike ku fişarê li Adirbêcanê bike ku tavilê girtîyên ermenî yên şer serbest berde û îstîsnayek ji qerimandina niha ya diravên alîkarîyên bîyanî pêk bîne, da ku rizgarbûyên jênosîda Arsax bikarin alîkarîyên guncaw werbigirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button