H’emû nûçeSereke

Serokwezîr li Myûnxênê gavên ji bo avakirina aşîtîya herêmî û projeya “Xaçerêya aşîtîyê”  raber kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di çarçoveya konfêransa ewlehîyê ya li Myûxênê beşdarî maseya dor ya taştê ya bi sernavê “Mînîlatêralîzm û veguherîna ji hevbendîyên gerdûnî berbi hevkarîyên armanc” bûye ku ji alîyê înstîtûta lêkolîna sîyaseta sepandî ya Ermenîstanê (Bijî Armenia) û weqfa lêkolînê ya Obsêrvêrê ve hatîye organîzekirin.

Di çalakîyê de guhertinên di hawîrdora ewlekarî de li cîhana nûjen, bandorkirina hevbendîyên mezin yên fermî, û rola hevkarîyê di formên biçûk de hate nîqaş kirin. Ew bi  formata girtî berdewam kirîye.

Serokwezîr Paşînyan di axavtina xwe de polîtîkaya domdar ya Ermenîstanê ya ji bo xurtkirina polîtîkaya derve ya hevsengî û ji nû ve hevsengkirinê  raber kirîye. Serokwezîr bal kişandîye ser wê yekê ku ji bo ewlekarî û geşepêdana domdar ya Ermenîstanê avakirina hevkarîyên nerm, lê pêşbînîkirî û pêbawer girîngîyeke taybetî heye.

Nîkol Paşînyan di axavtina xwe de destnîşan kir ku armanca sîyaseta der ya Ermenîstanê xurtkirina ewlekarî û geşepêdana aborî ya welêt bi hevkarîya avaker bi hevkarên navneteweyî re ye. Serokwezîrê Ermenîstanê her wiha bal kişand ser girîngîyên sereke yên hukumeta Ermenîstanê: gavên ji bo avakirina aşîtîya herêmî û projeya “Xaçerêya aşîtîyê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button