H’emû nûçeSereke

Almanîya amadeye piştgirîya  bona gavên îzbatbûna aşîtîyê berdewamke:Paşînyan û Şols rastî hevdu hatine  

Nava dorana hemcivîna Myûnxênêye ewlehîyê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rastî  serokwezîrê Almanîyayê Olaf Şols hatîye.

Paşînyan bona zîyankêşên  ku van roja li Myûnxênê zirarê ketine, tendurustîya baş xwestîye.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, ji admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê ragîhandine, wekî wextê hevdîtinê, rojeva pirsên pêwandîyên Ermenîstanê û Almanîyayêye dualî û pêrspêktîvên kûrbûna hevkarîya piralî gotûbêj kirine.

Nîkol Paşînyan berfirehbûna pêwandîyên dualî û aktîvbûna pêwandîyên kirîn-frotanê girîng hesab kirîye.

Wextê hevdîtinê, xeberdan usa jî derheqa pirsên ewlehî û qewînbûna herêmêda çûye.     

Serokwezîrê Ermenîstanê hewldanên Ermenîstanêye bona îzbatbûna aşîtîyêye li herêmê raber kirîye û nava wê hemtêkstêda derheqa progirama hukumatêye “Xaçerêya aşîtîyê” da xeberdaye.

Serokwezîrê Almanîyayê Olaf Şols jî sirîya xweda gotîye, wekî Almanîya amadeye piştgirîya bona rojeva werguhastinên dêmokratîke li Ermenîstanê û usa jî gavên bona îzbatbûna aşîtîyê berdewam bike. Dawîya hevdîtinê, berdewama dîyaloga sîyasî û kûrbûna hevkarîyê girîng hatîye hesabê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button