Doza Rubên Vardanyan wê îro li Bekuyê berdewam bibe

Îro dadgehkirina nîşanî ya wezîrê Qerebaxêyî dewletêyî berê Rubên Vardanyan, ku piştî êrîşa leşkerî ya Adirbêcanê li dijî Qerebaxê îlona sala 2023 a de bi hincetên derew hatibû girtin, wê li Bekuyê berdewam bike.
Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, rûniştina berê ya doza Rubên Vardanyan 13 ê sibatê pêk hat. Rubên Vardanyan bi tawanên nû yên sexte û çêkirî bi îdiaya fînansekirina kiryarên têrorîstî yên li dijî dîplomatên Adirbêcanê hate tawanbar kirin.
Rûbên Vardanyan di dadgeha berê de parêzerê Adirbêcanê red kir û tekez kir ku tenê parêzerê wî Avraam Bêrman wê mafên wî biparêze.
Adirbêcanê bi awayekî neqanûnî serokên berê yên Qerebaxê Arkadî Gûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan, endamê berê yê meclîsa neteweyî ya Qerebaxê Davît Îşxanyan, wezîrê karên der yê berê Davîd Babayan, alîkarê wezîrê berê yê parastinê Lêvon Mnasakanyan û bi awayekî neqanûnî girtin û doz vekirin.
Her wiha der barê Vasîlî Bêglaryan, Êrîk Xazaryan, Davît Alavêrdyan, Gûrgên Stêpanyan, Lêvon Balayan, Madat Babayan, Garîk Martîrosyan û Mêlîksêt Paşayan de jî sûcên qelp hatin kirin.







