H’emû nûçeSport

Sembola fermî ya çêmpîyonîya hokêyê ya cîhanê ya ku li Yêrêvanê bê lidarxistin, hatîye eşkerekirin

Kûçikê mezin sembola fermî ya  çêmpîyonîya  4 emîn ya hokêyê ya cîhanê ye ku  sala 2025 a de li Ermenîstanê bê lidarxistin. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla fêdêrasyona hokêyê ve hatîye ragîhandin, û tekez kir ku jûrîya pispor berhema nivîskar Êlla Amatûnî wek çêtirîn nas kir.

 “Kûçikê mezin  cerdevan e ku xwecîh e li çîyayên Ermenîstanê ye, ku bi hêz, jîrbûn û bînfirehîya xwe tê zanîn.Kûçik xwedan laşek xurt, girs û porê stûr e ku di her şert û mercên hewayê de wê diparêze.

Êlla Amatûnî di  raberkirina xebatên xwe de wiha gotîye: “Ji ber ku ew cûreyekî wisa kêm e, bûye semboleke yekta ya neteweya ermenî. Ji ber vê yekê bi bawerîya min kûçik tasma herî bêkêmasî ye ku di çêmpîyonîya hokêya qeşa ya cîhanê de Ermenîstanê temsîl dike”.

Çêmpîyonîya  hokêya qeşa ya dinyayê ya beşa çaremîn di navbera 13-19 ê nîsanê li Yêrêvanê bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button