H’emû nûçeSereke

Beşdarbûna di konferansa Myûnxênê de  tê dîtin ku ji bo statûya welatê me pîvaneke pir bilindtir e: zanyarê sîyasî

Şanda Ermenîstanê berê bi berdewamî beşdarî konfêransa Myûnxênê bûye û tekezî li ser giringiya vê platformê kiriye, ji ber ku li wir hizra leşkerî-siyasî û leşkerî-stratêjîk ya cîhanî pêk tê û tê de dewlet helwêstên xwe li ser rastiyên cihêreng yên cîhanî eşkere dikin.

Sîyasîzan Hayk Sûkîasyan di hevpeyvînekê de ligel “Armenpress”ê, ev nêrîna xwe anî ziman û behsa konferansa ewlehiyê ya li Mynxênê û beşdarbûna şanda Ermenistanê kirîye.

“Platforma Mynxênê beriya her tiştî ji bo welatekî wek me derfetek e ku bi rêk û pêk di platformên navneteweyî de xuya bibe”. Em gelek hewl didin ku têgihiştinekê biafirînin ku cîhan cîhê Ermenîstanê pir baş nas dike û wê pir baş nas dike, lê rastî hene ku nîşan didin ku ne wusa ye, ji ber vê yekê divê em nerm bin. Lê belê, platforma Myûxênê fersendek peyda dike ku hevalbendan bibînin û derfetên cîhanê fêm bikin. Hayk Sukiasyan gotîye: “Divê em zanibin ku cîhan çi difikire û her wiha hewl bidin ku herî kêm di çarçoveya civînên cuda de helwestên xwe bi wateyek diyar bikin”.

Bi gotina wî pisporê siyasî, dewleta hêgêmonîk ya cîhanê, Amêrîka helwêstên xwe yên zelal derbarê mijarên cîhanî de pêşkêş kirin, wek nimûne, Yekîtîya Avropayê bi hin mijaran tohmetbar kir û îzolebûna xwe ragihand, her çend ku bêguman bersiva Yekîtiya Avropayê dê dereng nemîne. Sukiasyan, di nav hêzên super de, axaftina Çînistanê ya di konfêransa ewlekariyê ya Myûnxênê de bi awayekî pir bi edeb nirxand û destnîşan kir, ku eger Dewletên Yekbûyî piçekî bi israr bike, dibe ku Yekîtiya Avropayê berê xwe bide Çînistanê, ku di esilê xwe de di mentiqê ji nû ve teşekirina cîhanê de cih digire.

“Damezrandina nîzameke nû ya cîhanê bi lez û bezeke nû ve diçe û baş e ku şanda Ermenistanê bi serokatiya serokwezîr jî beşdarî konferansa Myûnxênê bûye”. Ermenîstan li wir amade bû, belkî bi hevalbendên nû re, ji ber ku beriya şoreşa  sala 2018 a, welatê me ne wek lîstikvanek, dewleteke serwêr dihat dîtin, lê wek pêveka Rûsyayê dihat hesibandin. Zanyarê siyasî gotîye: “Niha Ermenistan bi rastî serbixwe ye, her çend lawaz û birîndar be jî, lê wek dewleteke serwêr tê dîtin û di konfêransa Myûnxênê de kêm-zêde bi hêztir xuya bû, bi Dewletên Yekbûyî re peymana hevkariya stratejîk îmze kir, ku di dîroka me de yekem car e”.

Sukiasyan bi bîr xist ku di têkiliyên Dewletên Yekbûyî-Ermenîstanê de cara yekem e ku aliyê Amerîkayê statuyeke wiha dide welatê me. Li gorî wî, her çend qonaxa xewna peywendiyên dualî serdema Wîlson dihewîne jî, lê di dema hebûna komara yekem de jî, peywendiyên weha bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re çênebûn, û her çend serok Wîlson bê guman her tişt di warê peywendiyên mirovî de kir, lê heman tişt ji bo hevkariya navdewletan derbas nabe.

 “Îro Ermenîstanê jî bi Hindistanê re têkiliyên bazirganî yên baş danî. Hevkariya bi Fransîyayê re di warê siyasî-leşkerî de jî xwedî potênsiyaleke mezin e. Ermenîstanê statuya Romayê pesend kir, çavdêrên Yekîtîya Avropayê anî herêmê û bi van hemûyan xwe di konferansa Myûnxênê de pêşkêş kir. “Ev ji bo statûya welatê me barekî gelekî bilindtir e û ev platform derfetê dide me ku em di hin mijaran de bibin alî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button