H’emû nûçeSereke

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Îsrayêl wê hewl bidin bi Îranê re li hev bikin: pispor daxuyanîyên ji Îsrayêlê tên analîz dikin

Pispor di wê bawerîyêdanin  ku ji hevdîtina wezîrê karên der yê Amêrîkayê Marko Rûbîo û serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû û daxuyanîyên piştî wê yekê tê dîtin ku di çar salên serokatîya Tramp de Îsrayêl wê hewl bide pirsgirêkên xwe yên pêşîn çareser bike.Di çarçoveya wan de, bêbandorkirina  Îranê ya li herêmê girîng e. Karbidestan ragîhandine ku Îran “yekane çavkanîya bêîstiqirarê ye li herêmê” û bi biryar in ku armancên Tehranê têk bibin.

Rûbîo di hevdîtina bi serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû re destnîşan kir ku Îran li Rojhilata Navîn “tenê çavkanîya bêîstiqirarê” ye û eşkere kir ku divê HAMAS bê “hilweşandin”.

Serokwezîrê Îsrayêlê Natanyahû jî piştrast kir ku Îsrayêl û Amêrîka bi biryar in ku rê li ber armancên Îranê yên navokî li Rojhilata Navîn bigirin.

“Serok Tramp li qesira Sipî dostê herî mezin yê Îsrayêlê ye”. Bi alîkariya Amerîkayê em ê li dijî Îranê “kar biqedînin”. Divê Tehran ne xwediyê çekên nuklerî be û divê destdirêjiya wê ya li herêmê bê sekinandin. Reuters radigihîne: “Ez difikirim ku plana Serok Tramp bi baldarî rast heye.”

Pisporê navneteweyî Armên Pêtrosyan di wê baweriyê de ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ji bo Îsrayêlê girîngiyeke jiyanî heye, derfet tê efirandin.

“Çar salên pêş me ji bo dewleta Îsrayêlê û ji bo Natanyahu bi xwe jî serdemeke derfeteke mezin e.” Hesabên îsrayêlî îhtîmala çareser kirina kêşeyên ji bo ewlekariya Îsrayêlê li herêmê jiyanî dibînin. Her wiha di vebijark û formatên çareseriyê de hemû amûrên mumkin têne berçavgirtin, ango pirsa hilbijartina navgînan nîne, ya girîng armanc in. “Bi awayekî xwezayî, metirsiya sereke ya li ser Îsrayêlê Komara Îslamî ya Îranê ye”.

Di hevdîtina Rubio-Natanyahu de mijara Gazayê jî bû.

Wezîrê Amerîkayêyî karên der pesina pêşnîyara serokê Amerîkayê Donald Tramp ya “wêrek” ya kontrolkirina herêmê û veguhestina felestînîyan bo welatên din da.

Lê belê, pispor riya pêkanîna wê hêsan nabînin. Pisporê navneteweyî Gor Gêvorgyan pirsgirêkên muhtemel difikire.

“Ji bo pêkanîna pakêtê du mijarên sereke hene ku bêçareser mane”. Yekem beşa mayî ya tevgera HAMAS e ye ku hîna têk neçûye, ku hîn jî hewl dide ku zîvala Gazayê kontrol bike û Îran e ku bi şert piştgirî dide HAMAS ê. Girêdana li dora Îranê ya ku hewl didin bi rêya Gazayê teng bikin, bi derxistina dawî ya HAMAS ê ji lîstikê, ewqas hêsan çareser nabe. Beriya her tiştî, ez bawer nakim ku kontrolkirina Gazayê bi tevahî û bidestxistina serkeftineke dawî li dijî HAMAS ê pêvajoyek pir hêsan e. Wekî din,Gaza yek ji deverên herî qelebalix yên cîhanê ye, ku bi qasî 1,7-2 mîlyon mirov li herêmeke 350 kîlomêtr çargoşe dijîn. “Niha, em ê çawa mijara veguhestina van kesan bi tenê lojîstîkî bi rêxistin bikin?”

Erebzan Armên Pêtrosyan ji daxuyaniyên piştî hevdîtina Rubio-Natanyahu di encamê de destnîşan dike ku armanc bêbandorkirina bandora herêmê ya Îranê ye. Li gorî wî dê hewl bê dayîn ku bi Îranê re lihevkirinek bê kirin.

“Em behsa bêbandorkirina helwêstên grûpên cure-cure yên bi piştevaniya Îranê dikin û redkirina giştî ya Îranê ji siyaseteke bi vî rengî dikin, ev tê wê wateyê ku divê Îran wek mînak bi hin belgeyan piştgiriya Hêzbullah û HAMAS ê red bike”. Tê pêşbînîkirin ku bi danûstandinên neraste-rast, pêşnîyarên hevbeş yên Amerîkayê û Îsrayêlê pêşkêşî Îranê bên kirin û eger alîyên îranî li ser mijarên jorîn tawîzan bidin, rêkeftinek mumkin e ku bi rêya wê Amêrîka û civaka navdewletî hêdî- hêdî sizayan sivik bikin.

Çavkaniyên CNN ji nûçeyê re gotin ku Erebistana Saûdî amade ye ku di navbera rêveberiya Tramp û Îranê de navbeynkariyê bike da ku lihevkirinek nû li ser sînordarkirina bernameya nukleerî ya Têhranê bigihîje.

Li gorî wê navendê, Erebistana Saûdî bi niyaz e ku ji bo dabînkirina pireke dîplomatîk di navbera Tehran û koşka Sipî de, pêwendiyên xwe yên nêzîk li gel Amerîkayê bikar bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button