SerekeSîyasî

Nêçîrvan Barzanî: divê her kes kar ji bo pêvajoya aşîtîyê û biratîya kurd û tirkan bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ew ji bo her alîkarî û piştevanîya proseya aşîtîyê li Tirkîyayê amade ye. Her wiha gotîye: “Aşîtî ji bo hemûyan li Tirkîyayê û herêmê pêwîst e”.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, şanda DEM partîyê bo Îmralîyê  17 ê sibatê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civîya.

Mijara sereke ya hevdîtinê, pêvajoya nû ya aşîtîyê li Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê û encamên hevdîtinên şandeyê li Îmralîyê bi rêberê PKK ê Abdûllah Ocalan bû.

Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî piştevanîya xwe bo serkeftina proseya aşîtîyê li Tirkîyayê tekez kir û ew prose bi derfeteke girîng û dîrokî nirxand. Divê her kes kar ji bo serxistina pêvajoyê û biratîya kurd û tirkan bike, ji ber ku li Tirkîyayê û herêmê aşîtî ji her kesî re pêwîst e”.

Nêçîrvan Barzanî gotîye: “Me hertim kar ji bo proseya aşîtîyê kirîye û kêşe bi rêya aştîyane tên çareserkirin, ji ber ku ezmûnan îzbat kirîye ku şer û çek, tu pirsgirêkê çareser nakin. Her wiha hêvî xwast ku PKK bi awayekî stratêjîk li pêvajoyê binêre û ev derfet ji dest neçe”.

Şandeyê silav û rêzên taybet yên Ocalan gîhandin Nêçîrvan Barzanî û bal kişandin ser gavên ku di pêvajoyê de hatine avîtin. Şandeyê her wiha piştgirîya pesin û pêzanîna xwe hewlên Nêçîrvan Barzanî di pêvajoya aşîtîyê ya berê û niha de nîşan da û daxwaz kir ku li ser hevkarî û piştevanya xwe ji bo serkeftina pêvajoyê berdewam be”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button