
Serok Mesûd Barzanî û alîkarê wezîrê karên der yê Îranê Mecîd Text Revançî civîyan û pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de gotûbêj kirin.
Serok Mesûd Barzanî li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê Mecîd Text Revançî û şandeya pê re pêşwazî kirîye.
Li gorî daxuyanîya baregeha Barzanî, di hevdîtinê de behsa pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hatin kirin.
Hat ragîhandin ku li ser bingeha berjewendîyên hevbeş tekezî li ser bipêşxistin û berdewamîya wan pêwendîyan di hemû waran de hat kirin.
Rewşa sîyasî ya Îraqê û guherîn û astengîyên herêmê bi giştî mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.







