SerekeSîyasî

Hevdîtina şanda DEM partîyê bi serok Barzanî re karvedanên mezin li pişt xwe anîne

Karvedanên serdana şanda DEM partîyê bo Herêma Kurdistanê û hevdîtinên li gel serok Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê di mêdya Tirkîyayê de cîheke fireh girtîye. Bi nêrîna nivîskar, şîrovekarên mêdya Tirkîyayê, cîhgirtina serok Barzanî di proseyê de ji bo alîyên pêwendîdar şanseke mezin e ku ezmûn û kesayetîya zana ya serok Barzanî bawerî dide alîyan. Her wiha nîqaşên li cada û li ser torên civakî nîşan didin, raya giştîya kurdan bi dîmenên dawî, civînên serok Barzanî li gel Mezlûm Ebdî û şanda Îmraliîyê dilxweş bûye.

Serdana şanda Îmralîyê ya DEM partîyê tevî rêveberên DBP ê û parêzerên Abdûlla Ocalan bo Herêma Kurdistanê û civîna li gel serok Barzanî li Tirkîyayê deng veda. Mêdya, şîrovekar û nivîskarên Tirkîyayê giranîyeke mezin didin hevdîtinan û balê dikşînin bandora serok Barzanî li ser kurdên her çar parçeyên Kurdistanê.

Beşek ji şîrovekaran dibêjin, daxwaza alîyan bo çavê sêyem yê danûstandinan hebû û hebûna serok Barzanî wê bibe sedem ku prose di berjewendîya kurdan de û bi serkeftî encam bibe.

Daxuyanîya baregeha Barzanî ya derbarê hevdîtinê de cîheke girîng dibîne ku serok Barzanî gotîye, ew piştevanî dide proseyê û ji bo vê çi pêwîst be amade ye pêk bîne.

Bi nêrîna hin şîrovekaran asta bilind ya bazirganîya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyayê de girîng e, rêveberîya Tirkîyayê li gel serok Barzanî û hukumeta herêma Kurdistanê pêwendîyeke baş heye û cîh girtina serok Barzanî di proseyê de, dibe cîhê bawerîyê bo hemû alîyan.

Mêdya û şîrovekar û nivîskarên Tirkîyayê venaşêrin, proseya ku li Tirkîyayê bi destpêşxêrîya Dewlet Bahçelî dest pê kirîye, girêdayî pêşhatên Rojhilata Navîn û rewşa Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê ye. Çareserîyeke aşîtîyane bo pirsa kurd, ji bo Tirkîyayê jî wek şanseke mezin tê dîtin.

Helwesta kurdan li ser cade û kolan û torên civakî nîşan dide, xelkê kurd bi hevdîtinên dawî yên serok Barzanî li gel Mezlûm ebdî û şanda Îmralîyê dilxweş bûne.Yekrêzîya kurdan bo mafên bingehîn, hêza herî mezin ya kurdan tê dîtin û di vê warê de ezmûn û kesayetiya zana ya serok Barzanî wek derfeteke baş ya kurdan tê niraxandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button