H’emû nûçeSereke

Hewldanên pêşdabirina projeya “korîdorê” armancên veşartî hene:wezîreta rêvebirîya herêmî û binesazîyê

Alîkarê wezîrê rêveberîya herêmî û binesazîya Komara Ermenîstanê Armên Sîmonyan, li Cênêvayê di rûniştina 87 a  ya komîtêya veguhestina bejayî ya komîsyona aborî ya Avropayê de, dîyar kir ku hewlên ji bo pêşdabirina projeyên bi mantîqa “korîdorê” ya dervayî ajandayek veşartî û êmbargoyên erdî hene.

Alîkarê wezîr bersiva dêlêgasîyonên Tirkîyayê û Adirbêcanê daye.

Di derbarê rêfêransên li ser korîdora der, ewî helwesta prînsîp ya Ermenîstanê dupat kir ku rakirina blokên danûstandinên herêmî divê li ser bingeha prînsîpên serwêrî, dadwerî, wekhevî û hevberdanê be.

Armên Sîmonyan înîsîyatîva hukumeta Ermenîstanê ya bi navê “Xaçerêya aşîtîyê” raberî endamên komîtêyê kir û di wê hevdîtinê de behsa beşên transportê û otobanê yên wê bernameyê kir.

Alîkarê wezîr destnîşan kir ku Ermenîstan wek welatekî ku li ber bejahîyê ye û pêwendîya tevhev, vekirîbûna sînorên herêmê û geşepêdana binesazîya veguhestinê ji xwe ra wek pêşanî dibîne.

Di daxuyanîya wezîreta rêvebirîya herêmî û binesazîyê  de hat gotin ku pêkanîna vê bernameyê dikare bi temamî mantîqa danûstandinê ya li Başûrê Kafkasyayê û herêmên cînar biguherîne, aborîya welatan biguherîne û wan berxwedêrtir bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button