
Guhertina rewşa Ukraînayê wê rewşa li Kafkasya Başûr biguhere, ku wê xwe bi serketî hesb bike û ji bo şerê li Ukraînayê ewqas ênêrjî xerc neke, wê bi awayekî din xwe nîşan bide. Zanyarê siyasî Alêksandr Îskanderyan di hevpeyvîna xwe ya ligel peyamnêrê News.amê de behsa vê yekê kirîye.
“Lê belê, ez bawer nakim ku Rûsya opozîsyonên xwe yên berê li qada piştî Sovyêtê, bi taybetî li Kafkasya Başûr vegerîne”. Ez wisa difikirim ku îdî ne mimkûn e ku di siyaseta Rûsyayê de guhertinek çêbibe, ew ê rewşek be, lê ne gengaz e ku ew şoreşgerî be.
Ne pêkan e ku du caran bikeve heman çemî. “Guhertin wê hebin, lê ew nikarin pir radîkal bin,-” Iskandaryan destnîşan kirîye.
“Amûrên ku Rûsyayê bandor li wan welatan kir bi tenê tune”. Hebûna Qerebaxê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de amûreke wisa bû. Ji bo ku Rûsya bandorê li Ermenîstanê bike, pêwîstiya wê bi Adirbêcanê hebû û ji bo ku bandorê li Adirbêcanê bike, pêwîstiya wê bi Ermenîstanê hebû. Û di vê navberê de ya ku ev rewş êfirand, Qerebax bû. Îskandaryan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê yekê, zehmet e ku meriv vegerê xeyal bike”.







