H’emû nûçeSereke

Qazaxistanê elam kirîye ku lêkolînên derbarê xistina balafira Adirbêcanê wê kengê bi dawî bibe

Alîkarê wezîrê veguhestinê yê Qazaxistanê Talgat Lastayêv gotîye, rapora dawî ya li ser lêpirsîna li ser ketina balafira AZAL ya li Aktaûyê wê heta kanûna sala 2025 a biqede.

“Li gorî daxwaz û pîvanên rêxistina hewayî ya sîvîl ya navdewletî, lêkolîn salekê berdewam dike”. Li gorî KazTAG Lastayev gotîye:”Rapora lêkolînê divê heta kanûna îsal bê temamkirin”.

Ewî gotîye ku ew bi sêkrêtarê giştî û serokê rêxistina hewayî ya sîvîl ya navneteweyî re civîya. Lastayêv got ku wan ast û qalîteya rapora pêşîn bilind dinirxînin.

“Yanî asta  raberkirina rastîyan hemû li ber çavan hatin girtin”.”Ev rapor nirxeke pir baş, bilind hat dayîn”,-ewî destnîşan kirîye.

Em bînin bîra we ku  25 ê kanûnê  balafira rêwîyan ya Adirbêcanê ya Bake-Groznîyê li nêzîkî balafirgeha Aktaûyê ketibû xwarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button