H’emû nûçeSereke

Sêktora pîşesazîya têknolojîya bilind gav bi gav li Ermenîstanê dibe  rêber: Hakob Arşakyan

19 ê sibatê de, cîgirê serokê meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê Hakob Arşakyan di konfêransa 24 emîn ya kekîtîya karsazîyên têknolojîya pêşkeftî de gotareke bixêrhatinê raber kir, meclîsa neteweyî ya Komara Ermenistanê ragîhandîye.

Cîgirê serokê civata niştimanî bi xêrhatina beşdarên konfêransê kir û bal kişand li ser rola komeleyan di çarçova hevkarîya giştî û taybet de û bi erênî nirxand û leza geşepêdana yekîtîya karsazîyên têknolojîya pêşerojê nirxand.

Yekîtî zêdetirî 200 pargîdanîyên herêmî û navneteweyî bi mebesta veguhertina navendeke teknolojîya bilind ya ku nirxa herî zêde diefirîne, dike yek. Bi vîzyona veguhertina Ermenîstanê bo navendeke têknolojîyê ya bilind, yekîtîya karsazîyên têknolojîya pêşerojê   berferehkirina kapasîteyên sêktora têknolojîyê ya Ermenistanê didomîne.

Hakob Arşakyan goîye: “Di nava 5 salên dawîn de, li sêktora têknolojîya bilind û pîşesazî 4,5 qat zêde bûye, hejmara karmendan 2,5 qat zêde bû û berhema navxweyî niha bi 7,6  selefî derbaz bûye”. Fînansekirina zanistê ji 3,5 qat zêdetir bûye, û byûcêya giştî ya wezîreta têknolojîya bilind û sîyaseta pîşesazî ji 5,5 qatan zêde bûye.Ewî bal kişande ser giringîya sermayeguzarîyên berfireh di beşên xwendinê û zanistî de, û da zanîn ku di heyama pênc salên borî de, darayî ji bo zanistê zêdetir ji 3,5 qat zêde bûye, û byûcêya giştî ya wezîreta zanist û têknolojîyê zêdetirî 5,5 caran zêde bûye.

Alîkarê serokê meclisa neteweyî di axaftina xwe ya li ser kêşeyan de bal kişand ser pêdivîya pêşdabirina hevkarîyên di navbera zanist, perwerde û pîşesazîyê de û bal kişand ser hewcedarîya bernameyên pêşkeftina stratêjîk yên dewletê di vê qonaxê de.

 Hakob Arşakyan ji tifaqê re serkeftin xwest, amadebûna xwe ya ji bo piştgirîya hevkarîya dewletê û komeleyê anî ziman.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button