H’emû nûçeSereke

Yekîtîya sazîyên têknolojîya pêşkeftî: sûka navneteweyî gav bi gav ji bo hevaltîyên ermenî vedibe

Sûka navneteweyî gav bi gav li ber hevaltîyên ermenî vedibe. Ev yek li kongreya 24 a  de ji alîyê rêveberê sazîyên têknolojîya pêşketî Sargîs Karapêtyan ve hatîye ragîhandin.

Li gorî wî, di heyama du salên borî de, di sêktora têknolojîya agahdarîyê de paşveçûyînek çêbûye. Sala borî,  5 000 beşdarên sêktorê, di nav wan de karsazên takekesî, çalakîyên xwe rawestandibûn. Ev ne tenê bi faktorek ve girêdayî ye. Guhertin li cîhanê diqewimin. Yek ji wan bandorên herî mezin xurtkirina 20 selef ya diram bû, ku bû sedem ku gelek hevaltîan li ser fermanên bîyanî dixebitin ku  hema bêyî qezancê dixebitin,  yan jî zirarê dibînin.

Lê belê, dînamîkên erênî têne dîtin, nemaze di nav destpêkan de ku bi fonên veberhênanê re hevkarîyê dikin. Sala borî çend kompanya karibûn sermayegûzarîyan bikşînin û pîyaseya navneteweyî gav bi gav li ber kompanyayên Ermenîstanê vedibe. Pêşkeftina erênî wê di van pargîdanîyan de berdewam bike.

“Em di heman demê de li bendê ne ku di nav hevaltîyên mezin yên navneteweyî de pêşveçûyînan çêbibe, lê meylên neyînî hîn jî ji bo pargîdanîyên ku li ser fermanên derveyî dixebitin berdewam in”,- ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button