H’emû nûçeSereke

“Em bi hêvîyê ne ku danûstandinên bi Tirkîyayê re encam bidin”: Sîmonyan

Serokê meclisa neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan  civîna giştî ya 19 emîn ya behra Sipî de axivî ye.

Hevkarên hêja,

Birêz û xanim,

Berî her tiştî ez spasîyên xwe raberî serokê Sênatoyê Îgnasîo La Rûssa, serokê palata parlamênteran Lorenso Fontana û serokê meclîsa parlamentaran  Ênaam Mayara ji bo vexwendina axaftina li vê çalakîya bi prêstîj dikim.

Meclîsa parlamentaran ya  platformeke bêhempa ye ji ber ku mijarên wek têkoşîna li dijî terorîzmê, avakirina pêbawerîyê, piştgirîya aşîtîyê, çareserkirina nakokîyan, yekbûna aborî û gelek pirsgirêkên din yên bi lez yên ku îro cîhan rû bi rû ne.

Ermenîstan bi neteweyên deryaya navîn re, ku li ser bingeha têkilîyên dîrokî yên sedsalan ava bûne re, têkilîyên şaristanî yên kûr hene. Dîyaspora ermenîyan, bi hebûna xwe ya zindî li seranserê herêmê, demeke dirêj bûye pirek ji bo danûstandina çandî û têkilîyên xurt.

Welatê me ne endamê yekîtîya deryaya sipî ye, lê di çarçoveya înîsîyatîvên têkildarî geşepêdana domdar û îstiqirara herêmê de, bi pêşengîya berjewendîyên aborî, çandî û jêopolîtîk, bi rêxistinê re hevkarîyê dike.

Ermenîstan endama damezrîner ya rêxistina hevkarîya aborî ya behra Reş e, ku çalakîyên wê bi gelemperî bi yên yekîtîya ji bo deryaya navîn re dikevin nav hev.

Ez ji firsenda amadebûna li vir sûd werdigirim, dixwazim daxwaza xwe ya ku em bibin dewletek hevpar ya meclîsa parlamentearan ya derya sipî ragihînim.

Ermenistan di formata welatên pêşkeftî yên bêsînor  de beşdareke aktîv e. Ji ber ku welatek girtî bi sînorên xwe yên rojhilatî û rojavayî ve ji bo zêdetirî sê dehsalan girtî ne, welatê me ji girîngîya sînorên vekirî û binesazîya veguhastinê ya bi tevahî bikêrhatî ye.

Krîzên jeopolîtîk yên di sektora ewlehîyê de, qutbûna zincîreyên peydakirinê, bilindbûna bihayê xwarin û sotemenîyê, û her weha guheztina avhewa-van hemî faktor bi girîngî perspektîvên pêşkeftinê yên koma me ya welatên me dişewitînin.

Hevkarno

Di roja me ya îroyîn de, kêşeyên ku li hember cîhanê rû bi rû dimînin, di nav wan de, giran in û nikarin zêde binirxînin. Ermenîstan rû bi rûyê kêşeyên ciddî yên mirovî û ewlehîyê ye gefên berdewam yên bikaranîna hêzê bandoreke neyînî li ser tenduristiîya her civakê dike. Ji bo me bi tevahî eşkere ye ku tenê bi rêya aşîtîyê em dikarin aramî û pêşkeftinê bi dest bixin.

Wek bingehek ji rojeva aşîtîyê, hukumeta Ermenîstanê projeya “Xaçerêya aşîtiyê” destnîşan kir, ku armanca wê avakirina binesazîya nû û başkirina binesazîya heyî ji bo bihêzkirina pêwendîyên aborî, sîyasî û çandî li Kafkasya Başûr bû. Prînsîpên wê ev in ku hemî binesazîya- otoban û rêyên hesinî, borîyan, kablo û xetên êlêktrîkê -wê di bin daraza serwerî ya welatên ku di nav axa wan re derbas dibin bixebitin. Her welatek bi rêya saziyên xwe yên dewletê, wê binesazîyê biparêze û kontrola sînor û gumrikê ya wesayît, bar û kesên ku di nav axa xwe re derbas dibin mîsoger bike.Tevahîya binesazîyê wê ji bo veguhestina navneteweyî û navxweyî bê bikar anîn. Welat wê binesazîyê li ser esasê hevberdanî û wekhevîyê bi kar bînin û li gorî van prînsîpan wê kontrolkirina sînor û gumrikê bi peymaneke kolektîv hêsan bibe.

Ji kendava Farisî yan Erebî bigire heya kendava Omanê, ji deryaya navîn heya deryaya Reş, ji ber ku beşên windayî yên rêyên hesinî û otoban têne sererastkirin û rakirina blokan wê pêwendîyek bênavber bê saz kirin.

Komara Ermenîstanê pabendbûna xwe ya ji bo beşdarbûna ji bo aşîtî û aramîya navçeyî dupat dike û hêvîdar e ku danûstandinên berdewam yên bi Tirkîyaye re li ser vekirina sînor encam bidin. Em hewl didin ku bibin beşdarek çêker di mexanîzmayên hevkarîya deryaya navîn de û amade ne ku bi hemî hevkaran re bixebitin da ku bi bandorî hewcedarî û pêşîneyên welatên xwe ji bo berjewendiya hevbeş bicîh bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button