H’emû nûçeSereke

“Heya ku peymana aşîtîyê nebe, şert û mercên şerê çekdarî hîn jî hene, û ew dikare ji nû ve dest pê bike”: balyoz Dikotînî

Di hevpeyvîneke taybet de li gel “Radiolur” ê, balyozê Fransîyayêyî li Ermenistanê birêz Olîvîê Dikotînî li ser peyamên dawî yên hevdîtina Paşînyan-Makron, karên ku di çarçoveya hevkarîya berevanîyê de  sala 2025 a de bên kirin, axivî û bersiv da gelek daxuyanîyên ku ji Bekûyê hatin.

Di axaftinê de bal hat kişandin ser daxwazên neveşartî yên Bekûyê yên li himberî Syûnîka ermenî ya dîrokî, encamên xebatên mîsyona çavdêrîya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê, pêşeroja Koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û  Ewlehîya Avropayê û planên vekirina konsûlxaneya  Fransîyayê li Syûnîkê. Balyoz dîyar kir ku ew çi mêxanîzmaya bi bandor ji bo vegera ewle ya garantî ya ermenîyên Arsaxê dihesibîne, û ew çawa ji hêla fîzîkî ve gengaz dibîne ku rêyên ragîhandinê li herêmê vekin.

Bingeha peymana aşîtîyê divê prînsîpên danezana Alma Atayê ya sala 1991 ê be, ango sînorên navneteweyî sînorên îdarî yên komarên Sovyêta berê bin, ev tê wê maneyê ku hêzên dagirker ku xwe li derveyî van sînoran dibînin divê vegerin cîhên xwe. Ermenîstanê di wî warî de tedbîr girtin, ew çar gund jî vala kirin, heger ew gund ne niştecîh bûn. Balyozê Adirbêcanê tekez kir ku divê Adirbêcan jî heman tedbîran ji alîyê xwe ve bigire.

Balyoz Dikotînî bersiv da gotina “Adirbêcana Rojava”, ku Bekûya fermî behsa çend beşên axa Ermenîstanê dike. “Ew bi rastî pir zelal e”. Ji alîyê hiqûqa navneteweyî ve du rastîyên rewa hene: Komara Ermenîstanê ya ku di qada navneteweyî de bi sînorên xwe tê naskirin û Komara Adirbêcanê ya ku di qada navneteweyî de bi sînorên xwe tê naskirin û bes e”.

Balyozê li ser daxuyanîya Bekûyê ya “Divê Fransîya û welatên din yên çekan didin Ermenîstanê van peymanan betal bikin” û “Çekên ku radestî Ermenîstanê tên kirin bên vegerandin” de wiha gotîye: “Helwesta fermî ya Parîzê ew e ku hevkarîya bi Ermenîstanê re di warê berevanîyê de berdewam dike”. Û bi heman armancê berdewam dike:alîkarîya Ermenîstanê ku axa xwe, nifûsa xwe û xwesêrîya xwe biparêze”. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button