H’emû nûçeSereke

Serokê parlamênta Ermenîstnê rastî serokê parlamênta Îtalîyayê hatîye

Serokê parlamênta Ermenîstnê Alên Sîmonyan rastî serokê parlamênta Îtalîyayê Lorênso Fontana hatîye.

Alên Sîmonyan bona qebûlkirina germ razalixî elam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî protokola sala par, ya ku li bajarê Îspanîyayêyî Palmayê hatibû îmzekirinê, bere-bere dikeve êtapa mîyaserkirinê û hema mesela wê yekê jî seredana dêlêgasîya Ermenîstanêye li Romayêye.

Bi silavkirina serokê parlamênta Ermenîstanê, Lorênso Fontana daye dîyarkirinê,wekî ev seredan mecaleke başe ku  pêwandîyên di navbera herdu welata û parlamêntada gotûbêj bikin.

Lorênso Fontana rêzolyûsîya ji alîyê Sênata Îtalîyayêda qebûlkirî raberî Alên Sîmonyan kirîye, ya ku hukumata Îtalîyayê dide borcdarkirinê ku piştgirîyê bidine pêvajoyên dîplomatîye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û alî îzbatbûna aşîtîya wededirêj bikin.

Alên Sîmonyan usa jî guhdarîya Lorênso Fontana teglîfî li ser pirsa dîlên ermenîye li Adirbêcanê kirîye.Dawîya hevdîtinê, serokê parlamênta Ermenîstanê hevkarê xweyî îtalî teglîfî Ermenîstanê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button