H’emû nûçeSereke

Ez bang li raportorê mafên mirovan û nûnerê taybet yê Kafkasya Başûr dikim ku demildest gavan bavêjin:Galstyan

Endama meclisa neteweyî ya Komara Ermenîstanê Lîlît Galstyanê di axaftina xwe ya li rûniştina zivistanê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê de li ser bêqezîyabûna Adirbêcanê, mafê vegerê yê ermenîyên Arsaxê, du standartên rêxistinên navneteweyî, desthilatdarîya Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê, û şandina komeke çavdêr ya serkirdayetîya Arsaxê ya dîl ji Bekûyê re axivî.

“Gelek kes li welatê min bandor û desthilatdarîya rêxistinên navneteweyî, di nav  Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê da  dipirsin, bi vê bawerê ku ew ji nirx û sozên xwe yên ragîhandî dûr ketine.

Divê em rastgo bin û bînin ziman ku ferqa di navbera gotinên me û rastîya me de, di navbera soz û sîyasetên rastîn yên li ser erdê têne meşandin  her ku diçe kûrtir dibe, ev jî dibe sedema  bêhêvîbûnê.

Du sal bi ser koçkirina bi destê zorê ya nifûsa ermenî ya Qerebaxa Çîyayî, ermenîyên êtnîkî re derbas bûne.

Adirbêcanê bi paşguhkirina biryarên gelek rêxistinên navneteweyî û biryarên dadgeha navneteweyî, kiryareke paqijkirina êtnîkî pêk anîye û nifûsa xwecihî ku zêdetirî 120 hezar ermenî ne, neçar kirine ku welatê bav û kalên xwe yên sê hezar salî biterikînin.

Koma Mînskê û Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê  û rêxistinên din yên navneteweyî bi nehiştina Adirbêcanê ji ber kiryarên qirkirinê û binpêkirinên mezin yên hiqûqa navneteweyî têk çûn. Ji bo vegerandina bi ewile ya gelê ku ji Qerebaxa Çîya bûne, tu gav nehatine avîtin. Û heta wê demê Adirbêcan ji holê rakirina mîrata çandî û olî ya ermenî û nasnameya ermenî ya herêmê didomîne.

Zehmet e ku meriv bawer bike ku jênosîd di serdema me de bûne “rastîyên xwezayî yên nû”.

Îro li Bekûyê li pişt derîyên girtî, bi binpêkirina hemû mafên însanî yên navneteweyî, mehkemeya sexte ya girtîyên ermenî û serkirdayetîya leşkerî-sîyasî ya Arsaxê tê kirin.

Hemû mafên parastina rewa bi giranî tên astengkirin. Raporên îzbatkirî yên îşkence û redkirina parastina qanûnî ya bingehîn hene.

Li ser van gotinan ez bang li hevkarên xwe yên birêz raportorê mafên mirovan û nûnerê taybet yê Kafkasyaya Başûr dikim ku di vî warî de demildest û raste-rast gavan bavêjin.

Ev şer ji bo mafên mirovan yên bingehîn yên gerdûnî ye: mafê rûmet û azadiyê.

Bêceza hiştina Adirbêcanê derbeyeke li sîstema hiqûqî û dadmendîya navneteweyî ye.

Bi taybetî ez dixwazim balê bikişînim ser lezgînîya şandina grûpeke çavdêr ya Yekîtîya Avropayê bo Bakûyê ji bo çavdêrîya mafên mirovan li Adirbêcanê, û bi taybetî zindankirina neqanûnî ya serkirdayetîya dewletê û leşkerî ya Qerebaxê. Di vê çarçoveyê de nameyên peywendîdar hatin şandin.

Di axaftinê de wiha hat gotin: “Ez ji kûr bawer dikim ku bingeha sîyaseta bi bandor û exlaqî, dilsozîya bi prînsîp û armancên dîyarkirî me”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button