Yêrêvan red dike ku “Korîdora Zangêzûrê” û Destûra bingehîn “du xalên lihevnekirî” yên peymanê ne

Alîkarê serokê parlamentoya Ermenîstanê ji “Azatûtyûnê” re gotîye, xalên wiha di peymana aşîtîyê de nayên gotûbêjkirin û bersiva gotinên cîgirê serokê meclîsa Adirbêcanê da ku yek ji du xalên ne hemahengî yên peymana aşîtîyê ya Ermenîstane û Adirbêcanê li ser “Korîdora Zangêzûrê” ye û ya din jî li ser Destûra Komara Ermenîstanê ye.
Rûbên Rûbînyan gotîye: “Ev tiştên li jor bi temamî ne rast in. Wek ku serokwezîr Paşînyan eşkere gotîye, du xalên ku heta niha li ser nehatine lihevkirin bi mijarekê ve girêdayî ye, şandina hêzên sêyemîn li ser sînor û ya din jî gilîyên ku li dijî hev di sazîyên hiqûqî yên navneteweyî de hatine kirin. Ev yek ji alîyê Bekûya fermî ve jî hatîye piştrastkirin”.
Li gor nûçeya Adirbêcanêye “Trênd” ê, cîgirê serokê parlamentoya Adirbêcanê Zîyafet Askêrov berîya niha gotibû: “Niha ji 17 xalên peymana aşîtîyê li ser 15 xalan lihevkirine, yek ji du xalên ku li ser nehatine lihevkirin vekirina korîdora Zangêzûrê ye, xala duyemîn jî daxwazên erdî yên ku di Destûra Ermenîstanê de hatine destnîşankirin”.
Di vê navberê de, di dawîya sale de, serokkomar Îlham Elîyêv bi xwe gotîye ku Yêrêvan û Bêkûyê hîn li ser xalên di metna peymana aşîtîyê de li hev nekirine ku xwe ji îdîayên navneteweyî yên li dijî hev dûr bixin û nûnerên welatên sêyem li ser sînor neşînin. Û havîna buhurî, yek ji mûzakereyên sereke yên Adirbêcanê, balyoz Êlçîn Amîrbekov daxuyand ku Yêrêvan û Bakûyê li hev kirine ku pirsgirêka rêyên ragîhandinê tenê piştî îmzekirina peymana aşîtîyê çareser bikin.







