H’emû nûçeSereke
Endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda wê çawa bona Yêrêvanê û usa jî bona Bryûsêlê dest bide: parlamêntvanê swêdî

Parlamêntvanê swêdî Êrîk Hêlsborn birîyara parlamênta Ermenîstanê, ya derheqa destpêkirina pêvajoya bona endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda baş qîmet dike û dibêje wekî ew yek wê çawa bona Yêrêvanê, usa jî bona Bryûsêlê kardarbe.
Fikira vî cûreyî parlamêntvanê Swêdê wextê qisa tevî “Armenpresms” ê elam kirîye.
Êrîk Hêlsborn ew birîyara parlamnêta Ermenîstanê baş qîmet kirîye û daye dîyarkirinê,wekî rîya endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda dirêj û dijware.
“Ev yek tiştekî başe û ez bawarim,wekî pêşeroja Ermenîstanê tevî rojava dêmokratîke.Bêguman, rîya endamtîyê dirêje bi dewekarîyên bilind.Bi fikira min ewê him bona Ermenîstanê û him jî bona Yekîtîya Avropayê kardarbe”,- parlamêntvanê swêdî dîyar kirîye.







