Sala 2024 a bi piştgirîya xaçê Sor ji Qerebaxê sê şexs cîguhastî Ermenîstanê kirine

Li gorî erzên ji malbetên cuda-cuda stendî li ofîsa xaçê Sor dane dîyarkirinê,wekî rûyê dew û doza Qerebaxêye salên 2020-2023 a 429 meriv hetanî niha çawa bêser-berate undabûyî tên hesabê.
“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda ofîsa xaçê Sorî li Ermenîstanê belav kirîye.
“62 malbet berbirî me bûne û hîvî kirine ku em yazîya endamên malbetên wan bidine zelalkirinê. Rûyê dew û dozêda, ya salên 2020-2023 a, hetanî niha 429 meriv çawa bêser-berate undabûyî tên hesabê”,-ofîsa xaçê Sor daye dîyarkirinê.
Hatîye gotinê,wekî xaçê Sor tevî sîstêmên anegor dixebite, bona ku şuxulkarîyê berdewamke û bikaribe bersivên pirsên wan malbeta bide.
Hatîye dîyarkirinê,wekî 557 elametîyên bi devikî, vîdyo û nivîsar teslîmî maleta kirine.Xaçê Sor li cem wan meriva diqeside, yên ku girtîne û dîna xwe dide qewilên wan, usa jî alî dike ku tevî malbeta pêwandî hebin.Sê meriv ji Qerebaxê bi piştgirîya xaçê Sor cîguhastî Ermenîstsanê kirine.







