H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan cedandinên bona kûrkirina hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê raberî wezîra Îslandîyayêye karên der kirîye

Nava doarna seredana xebatêye li Cênêvayê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîra Îslandîyayêye karên der Torgêrdûr Katrînê hatîye.
Wextê hevdîtinê pêrspêktîvên berfirehkirina dîyaloga sîyasîye dualî û hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Îslandîyayêda hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa seredanên pêşerojêda çûye.
Mîrzoyanê wezîr daye dîyarkirinê,wekî dînamîka kûrkirina hevkarîyê şedetîya wê yekê dide wekî hevkarîya bi vê formatê girînge û alîyê ermenî amadeye hemû mecala bide xebatê ku hevkarî zêdetir bê kûrkirinê.
Wextê hevdîtinê, usa jî fikirên dora bûyarên navneteweyî û herêmî hatine pevguhartinê. Mîrzoyanê wezîr halê li Kafkasîya Başûr raber kirîye.







