Ararat Mîrzoyan û Volkêr Tyûrk fikir dora halê ewlehîya li Kafkasîya Başûr pevguhartine

Nava dorana civîna li Cênêvayê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wekîlê organîzeyê, yê pirsên mafên mêriv Volkêr Tyûrk hatîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Wextê hevdîtinê, pirsên sîstêma navneteweyî, ya mafên mêriv, bûyarên herêmî û pirsên hevkarîyêye mayîn hatine gotûbêjkirinê.Wezîrê Ermenîstanêyî karên der pêvajoya bona normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda raber kirîye.
Nava wê hemtêkstêda Mîrzoyan derheqa pirsên hûmanîtarî, usa jî pirsên dîlên ermenîye ku li Adirbêcanêne, xeberdaye.
Nava hemtêksta hewildanên bona lihevanînê, Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî mîsîyayên ku sala par bona berevkirina înformasîyayên derheqa halê ermenîyên ji Qerebaxê derxistî hatibûne Ermenîstanê, dikarin emekê mezin bikine nava wî îşî.
Wextê hevdîtinê, Ararat Mîrzoyan û Volkêr Tyûrk fikir dora halê ewlehîya li Kafkasîya Başûr pevguhartine.







