Bi cîhanîna xalên belgeya hevkarîya stratêjîk ya bi Dewletên Yekbûyî re wê ewlekarî û berxwedanîya Ermenîstanê zêde bike.

Heger hemû xalên belgeya hevkarîya stratêjîk ya ku di navbera Yêrêvan û Waşîngtonê de hatîye îmzekirin, bên cî bi cîkirin, ewlekarî û berxwedana giştî ya Ermenîstanê wê gelekî zêde bibe.
Şêwirmendê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Vahan Hûnanyan di hevpeyvîna xwe ya bi “Armenpress”ê re, li ser xalên peymana hevkariya stratêjîk ya ermenî-amerîkî ya ku di 14 ê çileya sala 2025 a de li Waşîngtonê hat îmzekirin, nêrîneke wiha anî ziman.
Li gorî wî, belge pir girîng e, ji ber ku nêrîna hevbeş ji bo pêşxistina têkilîyên di navbera her du welatan de, li ser bingeha nirxên hevbeş û berjewendîyên stratêjîk tomar dike.
“Mirov dikare bibêje, ne planeke çalakîyê ya taybetî ye, belkî belgeyek çarçove ya xwezaya stratêjîk e, ku li ser beşên cuda hatîye dabeş kirin, ku rêgezên ku alî dixwazin tê de têkilîyên xwe pêş bixin tomar dike, û ji bo vê yekê jî, wê komîsîyoneke şerefnameya hevkarîya stratêjîk bê damezrandin, ku tê de rayedarên dewletê yên Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî, her yek di rêgezên xwe de, wê bi rîya bernameya nû ya berfirehtir bicivin û pêşde bibin”.Çend xalên girîng hene ku divê em wan bişopînin.
Di beşa “Prînsîpên hevkarîyê” de tê gotin: Ermenîstan û Amêrîka dibêjin ku piştgirîya serwêrî, serxwebûn û yekparçebûna axê bingeha têkilîyên dualî ye. Ev gotineke pir zelal û girîng e, ku ez difikirim ku ji bo me girîngîyek girîng e. Her wiha, Amêrîka piştgirîya pêvajoya aşîtîyê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de dike, di nav de pêvajoya sînordarkirinê, ku li ser bingeha daxuyanîya Alma Atayê ya sala 1991 ê hatîye avakirin. Herweha, di beşa pêş de, daxuyanîyek heye ku Dewletên Yekbûyî piştgirîya sîyasî ya xurt ji bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” ku ji hêla Ermenîstanê ve hatîye destpêkirin dîyar dike. Bi gotineke din ev hemû pir girîng in, ji ber ku prînsîpên hevkarîyê bingeha hevkariya me pêk tînin”.
Hûnanyan destnîşan kir ku di belgeyê de mijarên girêdayî pêşketina aborîyê, ênêrjî, ragîhandin û girêdanê, têkilîyên mirovî, têkilîyên çandî, dêmokrasî, serwêrîya hiqûqê û parastina mafên mirovan jî cîh digirin ku divê di pêşerojê de bên pêşxistin.







