H’emû nûçeSereke

Bi fikira Paşînyan, stendina pêşnîyara, yên ji alîyê Adirbêcanêda, yên derheqa peymana aşîtîyêda şedetîya wê yekê dide wekî pêvajo neketîye nava hesarê

Bi fikira Paşînyan, stendina pêşnîyara,yên ji alîyê Adirbêcanêda, yên derheqa peymana aşîtîyêda şedetîya wê yekê dide wekî pêvajo neketîye nava hesarê.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

“Ew yek wekî me rêdaktorîya 12 a, ya peymana aşîtîyê stendîye, şedetîya wê yekê dide wekî pêvajo nava hesarêda nîne.Niha em gerekê pêşnîyarên xwe raberkin.Ji alîkî mayînva jî em gerekê bidine dîyarkirinê,wekî rexda komîsîyayên dîyarkirina sînora jî dixebitin.Me helkirina pirsê pêşnîyar kirîye û em hîvîdarin,wekî Adirbêcanê bersiva wê helkirinê bide”,-Paşînyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî li gorî lêkolîna obyêktîv bingeha usa tune ku pêşnîyar bê înkarkirinê.

Ew pêşnîyar derheqa dasekinandina transporta rîya hesinîdane, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, ya ku wê usa jî nava axa Ermenîstanêye serbixwera ji Adirbêcana Rojavayê derbazî Nexçêvanêbe.Mecala herdu welata jî wê hebe rîya hesinî bona cîguhastina barên navneteweyî bidine xebatê”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button