Cîhê Ermenîstanê di rêzbenda dostanîya welatên piştî Sovyêtê ya li hîmberî Rûsyayê de baştir bûye

“Rêjîmên ragihandinê yên welatên piştî Sovyêtê: li gorî rapora zanistî ya bi sernavê “Desthilatdarîya Dostanîyê-2024”, Ermenîstan di tabloya dostanîyê ya li himberî Rûsyayê de pozîsyona xwe baştir kirîye.
Pêşkêşkirina raporê 26 ê sibatê li Moskvayê, li navenda çapemenîyê ya RIA Novostî pêk hatîye.
Ev sala çarem e, înstîtûta lêkolînê ya neteweyî ya Moskvayê ji bo pêşxistina ragîhandinê, bi hevkarîya hevkarên hemî welatên Sovyêtê, vê tablo û raporê amade dike, ku armanca wê ew e ku alîkarîya rayedarên dewletê yên Fêdêrasyona Rûsyayê, navendên zanistî û pispor, û her weha rêxistinên nehukumî yên giştî û medyayê yên ku bi welatên bîyanî re dixebitin, xebata xwe li ser armanc û bingehek zanistî ava bikin.
Rêjeya dostanîya bi Rûsîyayê re 16 welat dihewîne, di nav wan de du welatên ku ji alîyê Rûsyayê ve hatine naskirin (Osêtîya Başûr û Abxazya). Deh welat li hemberî Rûsyayê dost tên dîtin. Di rêza 11 a de, mîna sala 2023 a, Gurcistan e, wekî welatek bi rêlatîfî dost. Di lîsteya welatên nedostan de Moldova, Lîtva, Lavîya, Êstonya û Ûkraîna cîh digirin. Sala 2024 a li gorî encaman Ermenîstanê 51,5 qal ber kir û cîhê 9 emîn girt. Sala 2023 a Ermenîstan bi 46 qalan bû cîthê10 emîn.
Her weha girîng e ku tabloya navborî û ev lêkolîna zanistî ya li ser dostanîya bi Rûsyayê re, eleqeya rêveberîya serokatî ya Rûsyayê, wezîreta karên der, encûmena ewlekarîyê, wezîret û dezgehên ku di sîyaseta derve de cîh digirin, û navendên akadêmîk yên Rûsyayê vekirîye.







