Du xalên peymana aşîtîyê hê bi hevra nehatine qayîlkirinê: serokwezîr

Du xalên peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hê bi hevra nehatine qayîlkirinê.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye radyoya “Aza” ê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Yêrêvanê bersiva Bekûyêye derheqa peymana aşîtîyêda stendîye.
Serokwezîr gotîye, wekî ev peyman rêdaktorîya 12 a ye: “Li wir bersivên Adbirbêcanêne, yên bo pêşnîyarên me, li ser bingeha kîjana em lêkolîna dikin û pêşnîyara amade dikin”.
Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo Adirbêcanê pêşnîyarên Yêrêvanêye dora du xalên hevraqayîlnekirî qebûl kirîye, yan na, Nîkol Paşînyan gotîye: “Herdu xal jî dîsa wî cûreyî mane û gotûbêjkirin hê berdewame, hevraqayîlkirî nînin”.
Serokwezîr negotîye ku Bekû ew qebûl kirine, yan înkar kirine. Ewî paşê serda zêde kirîye, wekî li hev nehatîye wê pirsêra qayîlbin, ku dîtindarên bîyanî bidine dûrxistinê, lê Yêrêvanê pêşnîyar kiribû, dîtindara tenê ji beşên sînore dîyarkirî bidine dûrxistinê.







