Em ê di demek nêzîk de bibin xwedî plana çalakîyê ya azadkirina vîzayên Yekîtîya Avropayê: Arpînê Sargsyan

Wezîra karên navxweyî Arpînê Sargsyan 25 ê sibatê beşdarî rûniştina 4 a ya komîtêya hevkarîya parlemêntoya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê bûye.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, wezareta karên hundir ya Ermenîstanê li ser vê yekê daxuyanîyek da.Wezîra karên navxweyî Arpînê Sagsyan bixêrhatina amadebûyan kir û bal kişand ser girîngîya platforma hevkarîyê ya bi Yekîtîya Avropayê re, ku derfetê dide parvekirina ezmûnan û xêzkirina gavên din yên ku di formata dualî de têne fêm kirin.
Wezîr Arpînê Sargsyanê bal kişand ser girîngîya destpêkirina qonaxa opêrasyonê ya dîyaloga serbestîya vîzayê ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û destnîşan kir ku pêvajo bi serê xwe nabe armanc.
Wezîrêa navxwe gotîye: “Di vê qonaxê de ji dîyalogê li ser azadkirina vîzeyan, em di dawîyê de ji asta gotûbêjan derbazî qonaxa pratîkî dibin, ev jî tê wê wateyê ku hin gav hatine avîtin û îradeya berdewamkirina kar di wî warî de heye”.







