SerekeSîyasî

Îro endamên partiya kurda ya Tirkîyayê çûne bo hevdîtina bi Ocalan re beriya banga bêçekbûnê ya PKK ê

Li gorî nûçeya Turkiye Today ê, şandeke partiya wekhevîya Gelan û Demokrasiyê ya Tirkîyayê (DEM) ji bo hevdîtina bi rêberê girtî yê PKK ê Abdulah Ocalan re derbasî girtîgeha girava Îmralîyê bûne.

Civîna îro sêyemîn serdana partiyê ye ku ji alîyê wezîreta dadê ya Tirkîyayê ve hatîye destûr kirin. Li gorî daxuyaniya partîya DEM ê, şanda 7 kesî ji Ahmet Tyûrk, Pervîn Buldan, Sîrrî Surêya Ondêr, Tûlay Hatîmugûllarî, Tûncêr Bakirhan, Cngîz Çîçek û Faîk Ozgyûr Erol pêk tê.

Tê çaverêkirin ku endamên şandê li gorî demjimêra herêmî seheta 17:00 a li Stembolê civîneke çapemeniyê li dar bixin û hûrgilî û encamên hevdîtinê ragihînin. Li gorî medyaya Tirkîyayê, ne dûr e ku di wê civîna çapemeniyê de peyama Ocalan bê raberkirin.

Em bi bîr bînin ku pêşda medyaya Tirkîyayê ragihandibû ku Ocalan wê di nav çend rojan de banga çekdanînê ji PKK ê bike û herî dawî dawiya meha sibatê yan destpêka meha adarê ye.

Reuters ê pêşda li ser zarê jêderên partîya alîgirê kurdan ragihandibû, ku partîya DEM ê wê  27 ê sibatê wê civîneke rojnamevanî li dar bixe û danûstandinan li gel rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bike û beyana çaverêkirî ji wî ragihîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button