H’emû nûçeSereke

Politico: bi qerimandina USAID wê bandora Rûsyayê li ser Ermenîstanê, Gurcistanê û Ûkraînayê zêde bike

Politico dinivîse ku biryara serokê Amêrîkayê Donald Tramp ya girtina alîkarîya navneteweyî wê fonên komên civaka sîvîl li Avropaya Rojhilatê qut bike, înîsîyatîvên dêmokratîk têk bibe û derîyek vekirî ji Rûsyayê re bihêle da ku bandora xwe li herêmê zêde bike.

Tevgerên rêveberîya Tramp ji bo hilweşandina ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşkeftina navneteweyî rawestandina piranîya alîkarîyên bîyanî yên heyî ji bo 90 rojan li benda vekolînê û şandina h hemî karmendan bi betlaneya mûçe, raste-rast bandorê li bernameyên mirovahî û pêşkeftinê li seranserê cîhanê dike, rojnameyê gotîye.

“Bandora wê bi taybetî li Avropayê bê hîskirin, ku Amêrîkayê soz daye 17,2 mîlyard dolar alîkarî heta sala 2023 a, ku para şêrê wê bikeve welatên avropî yên Rojhilatî yên li ser sînorê Rûsyayê”, sazîya medyayî tekez dike.

Mîqdar, bi qasî ji sedî 40 ê sozên alîkarîyê yên ajansê, ji bo fînansekirina bernameyên ku ji rêformên dêmokratîk bigire heya binesazîya ênêrjîyê û pêşîlêgirtina nexweşîyan tê bikar anîn.

Şirovekar hişyarî didin ku ji bo welatên mîna Ermenîstanê, Gurcistan û Ûkraînayê, ku sîya Rûsyayê her ku diçe xuya dibe, kêmkirina alîkarîyên ji Waşîngtonê wê bi girîngî destê Moskvayê xurt bike û têgihiştina hevkarên rojavayî yên ne pêbawer xurt bike.

Rêvebirê navenda lêkolînên herêmî Rîçard Kîrakosyan, ku sazîyeke serbixwe ya ramanê li Ermenîstanê ye, dibêje: “Ev tevger bawerîya bi Dewletên Yekbûyî û dêmokrasîyê kêm dike”.

“Ev jî tê wê wateyê ku Dewletên Yekbûyî hêza nerm ya ku dikare li hember vegotinên rûsî berteref bike, paşguh dike. Di dawîyê de, qerimandina fonên Amêrîkayê tenê hökömetên otorîtar kêfxweş dike”.

Lêkolînera navenda lêkolînên sîyaseta avropî Tînatîn Axvlêdîanî, destnîşan kir ku Rûsya ji xwe li wan welatan heye, û got ku windakirina darayî ya der wê bandora wê ya zirarê zêdetir bike.

Pispor dîyar kirîye:”Krêml wê berdewam bike ku nêrîna ku ev welat bi tenê ne, ku rojava dev ji wan berdide, ku Dewletên Yekbûyî û welatên rojavayî ne hevalbendên bihêz in, biafirîne”.

Wek ku Politico destnîşan dike, Yekîtîya Avrorpayê ji xwe xêrxwazeke mezin e ji bo herêmê.Sala 2023 a de, welatên endamên blokê 19,6 mîlyard yûror ji şeş welatên hevkarîya Rojhilatê -Ûkraîna, Gurcistan, Adirbêcan, Moldova, Bêlarûs û Ermenîstanê re veqetandin.

Lê şûna fonên amêrîkî wê hewce bike ku bi mîlyonan mirovên din li herêmek ku bandora avropî di van salên dawî de kêm û qels bûye bê seferber kirin.

Alîkarîya geşepêdanê ya Bryûsêlê ji bo piranîya welatên herêmê, ji bilî Ûkraîna û Moldovayê, di navbera sala 2019 a û sala 2023 de kêm bû, hinekî jî ji ber qanûnên navxweyî yên ku bi mebesta astengkirina kiryarên ku dikarin hestên proearopî geş bikin, kêm bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button