Bi şîrketên îranî re xebat tên kirin ku bi rêya bendera Çabeharê bara bigihînin Ermenîstanê: wezîreta êkonomîkayê

Ji bo birêxistinkirina barhilgirîya ermenî û neermenî ji bo Ermenîstanê û ji ser bendera Çabaharê, hem bi herêma aborî ya azad ya Çabaharê re hem jî bi şîrketên îranî û ermenî yên ku kargoya deryayî û bejayî dikin xebat tên meşandin. Li ser daxwaza nivîskî ya Factor.am ji alîyê wezîreta êkonomîkayê ve ev yek hatîye ragihandinê.
Di heman demê de, wezîretê ragîhandîye ku niha hesabên ji bo zelalkirina bihayên veguhestina baran bi rêya bendera Çabeharê têne kirin.
“Ji bo têgihîştina nîşana karbidestîya aborî, pêdivî ye ku hejmareke bargiran bê veguheztin, ku niha jî li ser tê xebitandin”,- wezîretê dîyar kirîye.
Wezîretê her wiha ragîhandîye ku di çarçoveya serdana kar ya cîgirê wezîrê êkonomîkayê Narêk Hovakîmyan bo Îranê 11-14 mijdara sala borî de, li bendera Çabeharê bi rêveberîya benderê û herêma azad ya aborî ya bi heman navî re hevdîtin pêk hatin û kompanîyên Ermenîstanê yên nûneratîya sêktora bargiranîyê jî beşdar bûn.
Di bersiva wezîreta êkonomîkî de hatîye gotin:”Di serdana bo Çabeharê de, di navbera kompanîyên keştîya ermenî û şanda Îranî de rêkeftina hevkarîyê hat îmzekirin û di çarçoveya wê rêkeftinê de, yek ji kompanîyên keştîya ermenî rêkeftina tomarkirin û karkirinê li çalakîya aborî ya der ya Çabeharê pêk anî”.
Li gorî wezîretê, lê di warê hilbijartina forma hevkarîyê de, pêwîst e ji bo çalakîyên li bendera Çabaharê xebatên fîzîbîlîte bên bidestxistin û piştî wê biryar li ser formata beşdarbûna Ermenîstanê bê dayîn.







