Meclîsa ermenîyan ya Amêrîkayê bang li civaka navneteweyî kirîye ku ji sûcên li dijî mirovahîyê Adirbêcanê bipirse

Meclîsa ermenîyan ya Amêrîkayê bi wesîleya salvegera komkujîya Ermenîyan ya li Sûmgaîtê daxuyanîyek da.
Li gorî rapora “Armenpress” ê, meclîsa ermenîyan ya Amêrîkayê bi boneya 37 emîn salvegera komkujîya Sûmgaîtê ku bi awayekî hovane li dijî gelê ermenî yê bajarê Sûmgaîta Adirbêcanê bi plan û înfaz hat kirin, bi bîr anî.
Meclîsê bi bîr xist ku 27 ê sibata sala 1988 a li dijî gelê ermenî yê aştîxwaz tundûtûjîyê pêk hat û heta 1 ê adara sala 1988 a demam kir, ku kiryar bi navnîşanên ermenîyan nava sê rojan de kuştin, bi giranî birîndar kirin, wêran kirin û talan kirin.
Di daxuyanîya meclîsê de wiha hatîye gotin: “Raporên komkujîyê bi awayekî berfireh di medyaya sereke de hatin belavkirin, lê tundîya dewletê ya ji alîyê Adirbêcanê ve zêde bû û di dawîya salên 1980 î û 1990 î de li Bekûyê, Kîrovabadê û Maragayê komkujîyên din hatin kirin”.
Li gor vê dawîyê, serhildanên dijî ermenîyan bertekeke tûnd ya azêrîyan bû, ji ber ku Bekû li dijî mafê rewa yê ermenîyên Arsaxê ji bo dîyarkirina çarenûsa xwe, ku ji alîyê parêzvanên mafên mirovan li seranserê cîhanê dihat piştgirîkirin, bû.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Paqijîya êtnîkî ya ku li dijî gelê ermenî hat kirin, îlona sala 2020 î de di dema êrîşa bêhiqûqî ya Adirbêcanê ya li ser Arsaxê ya di şerê 44 rojî de, ku piştre bi destê zorê ermenîyên ji axa bav û kalên wan hatin derxistin, gihîşt dawîya xwe ya hovane”.
Meclîsa ermenîyan ya Amêrîkayê jî berdewamîya dijminatîya Adirbêcanê û girtina neqanûnî ya girtîyên şer, sîvîl û karbidestên ermenî şermezar kir. Civînê bang li civaka navneteweyî kir ku Adirbêcanê ji sûcên li dijî mirovahîyê yên ku ji alîyê wî welatî ve hatine kirin, bipirse.
Sala 1988 a van rojan, 27-29 ê sibatê, zincîreyek tawanan li bajarê Sûmgaîtê ya Adirbêcanê hatin encam dan, ku bi piştavanî û rênîşandana eşkere ya dewletê, destpêka komkujîyên mezin li dijî ermenîyan li wî welatî bû, ku bi dehan sal zordestî û çewsandin bi tundî û tundûtûjîya eşkere û girseyî veguherand.
Komkujî û îşkencekirina welatîyên bi esilê xwe ermenî yên li Sûmgaîtê li Bekûyê, Kîrovabadê û Maragayê bi heman rêkûpêk û zulmeke hovane dewam kir. Di encama van bûyeran de bi sedan ermenî hatin kuştin, nêzîkî nîv mîlyon ermenî jî bi destê zorê hatin koçberkirin.
Dewreyên sîyaseta tundûtûjî heta îlona sala 2023 a demam kir, dema ku nifûsa ermenî ya Qerebaxa Çîya bi temamî ji alîyê êtnîkî ve hat paqijkirin.







