Wêneyên mehkemekirina dîla tehsîreke giran hîştîye: sêkrêtarê şêwira ewlehîyê

Ermenîstan dîsa hewil dide û gava diavêje ku dîlên ermenîye li Bekûyê bêne azaberdanê. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa wêneyên wan dîlên ermenîda xeberdaye.
“Ne tenê wêneyê Rûbên Vardanyan, lê yên dîlên mayîn jî tehsîreke giran hiştine.Hukumata Komara Ermenîstanê her dem hemû mecal dane xebatê ku ew pirsgirêk bê helkirinê. Helkirin ewe ku hemû dîl bêne azaberdanê û vegerine Komara Ermenîstanê”,-Grîgoryan gotîye.
Bi gotina wî, derheqa wan hewildanada dijware ku meriv vekirî xeberde, çimkî ew pirs gelekî nazike. “Em hemû jî, usa jî civaka Ermenîstanê, bona aksîya Rûbên Vardanyan, ya nannexwerinê, xemgînin.Usa jî wêneyên belavkirî xemgînîyê pêşda tînin, çimkî li ser wan nîşanên zêrandina hene.Em hemû jî dixebitin ku bighîjine encamên berbiçev.Xebatên me bi rîtima berê nînin, guhartin hene”,- Grîgoryan gotîye.







