SerekeSîyasî

Agahîyên tirsgiran derketin holê ku serê Rûbên Vardanyan  hesin ve hatîye girêdan û givaştine: elametî

Piştî şerê ku di sala 2020 a de ji alîyê Adirbêcanê ve li dijî Komara Arsaxê dest pê kir, gelek girtiyên şer, hem welatiyên Komara Ermenîstanê û hem jî ermeniyên êtnîkî, li girtîgehên Bêkûyê û bajarên din yên Adirbêcanê têne ragirtin. Hejmara fermî ya girtîyan ku ji aliyê Bêkûyê ve hatiye piştrastkirin 23 ye, lê çalakvanên mafên mirovan delîlên rastîn yên girtina herî kêm 80 kesan hene. Di vê derbarê de platforma netewî ya Ermenîstanê ya foruma civaka sîvîl ya  civîna hevkariya rojhilatê daxuyaniyek daye.

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Dîktatoriya Bekûyê di şerê 44 rojî û piştî wê de gelek kiryarên binpêkirina mafên bingehîn yên mirovan pêk anîn. Sûcên naskirî yên navneteweyî yên dorpêçkirina 9 mehan ya gelên aştîxwaz yên Arsaxê, kiryarên qirkirinê yên paqijkirina êtnîkî û sirgûnkirinê, li dadgeha neqanûnî, henekpêkirina dadweriyê ya serkirdeyên leşkerî û sîyasî yên Komara Arsaxê ya dagîrkirî li Bekûyê zêde bûn. Girtîyên li Bekûyê rastî îşkence û îşkenceya psîkolojîk tên û darizandina feylesofê naskirî yê navneteweyî Rubên Vardanyan veguherî tolhildana stalînîyê.

Rûbên Vardanyan beriya dadgehê jî di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re, neheqîyên hiqûqî û qanûnî yên li himberî wî hatine kirin, pêşkêş kir. Sextekariya prosêdurî ​​ya ku niha li Bekûyê tê meşandin, bi binpêkirinên herî berbiçav yên mafên mirovan re, hêmanên edaletê tune. Prînsîpên bingehîn yên darizandinek adil bi eşkereyî têne paşguh kirin, û mînakên bikaranîna hêza hovane, heqaret û îşkenceyê hene.

Rûbên Vardanyan û hemû dîl, bi armanca tolhildanê ji aliyê desthilatdarên Adirbêcanê, çareserkirina pirsgirêkên sîyasî, û xwe li ser hesabê rûmeta gelê ermenî û biçûkxistina hişmendiya neteweyî ya gelê ermenî, bi awayekî hovane di dadgehên sexte de tên îşkencekirin.

Rubên Vardanyan  20 ê sibatê de ji bo şermezarkirina darizandina derqanûnî dest bi gireva birçîbûnê kiribû.26 ê sibatê de di rûniştina asayî ya dadgehê de rewşa wî xirab bûye û rûniştin hat paşxistin. Kurê Rubên Vardanyan, Davîd Vardanyan, di peyama xwe ya vîdyoyê de dibêje: “Bavê min îşkence kirine”.

Tawanên berdewam yên ku ji aliyê rayedarên Adirbêcanê ve têne kirin, bi awayekî eşkere normên hiqûqa navneteweyî, bi taybetî peymana sêyemîn ya Cênêvayê ya têkildarî muameleya bi girtiyên şer, peymanên mafên mirovan, binpê dike û hewlên ji bo aramiya herêmê têk dide.

Em darizandinên sexte yên ku ji aliyê Bekûyê ve hatine organîzekirin şermezar dikin.

Em bang li hukumeta Komara Ermenîstanê, meclîsa neteweyî ya Ermenîstanê, hemû balyozxaneyên ku li Komara Ermenîstanê kar dikin, hemû rêxistinên ermenî yên dîasporayê, platforma neteweyî ya Adirbêcanê, endamên konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî,Yekîtiya Avropayê, Konseya Avropayê û serokên dewletan yên neqanûnî, li hember hemû sîyaseta neqanûnî bavêjin Bekûyê û daxwaza parastina mafên Rubên Vardanyan û girtiyên din yên ermenî, rawestandina kiryarên dijmirovî yên li ser wan û berdana wan kirin.

Em bang li rêxistinên civaka sivîl li çaraliyê cîhanê, di serî de komîtêya Xaçê Sor ya navnetewî û rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî dikin ku li ser van sûcên eşkere dengê xwe bidin û bi hev re piştgirî bidin vegerandina mafên Rubên Vardanyan û girtiyên din yên ermenî û serbestberdana wan ya bilez.

Em bang li malbat û parêzerên mirovhez û raya giştî ya navneteweyî Rubên Vardanyan dikin û ji wî dixwazin ku banga me ya bi dawîkirina gireva birçîbûnê bike. Bi gotina xwe ya însanî ya ku ji zindana Bekûyê ji me re gotiye, “ji bo ku meriv bi hêz bimîne, li berxwe bide û bi serkeftina heqîqetê bawer bike” divê sax be û berxwedanê bidomîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button