H’emû nûçeSereke

Her mijarek ku bi hindikayiyên netewî ve girêdayî be, ziman jî tê de, di rojeva me de ye: Bekoyan

Her mijarek ku bi hindikayiyên netewî ve girêdayî be, ziman jî tê de, di rojeva me de ye. Li gorî daxuyaniya navenda çapemeniyê ya Ermenîstanê, ev tişt ji aliyê Rustem Bakoyan, alîkarê serokê komîtêya daîmî ya parastina mafên mirovan û kar û barên gel a  parlamênta Ermenîstanê, di hevdîtina bi heyeteke komîteya pisporan ya peymana zimanên herêmî û kêmaran ya Konsêya Avropayê re diyar kirîye.

Seroka heyetê, Lyudmîla Popovîç, eleqedar bû ku nûnerên hûrgelên neteweyî çiqasî di xebatên qanûnî de cîh digirin.

Rostem Bekoyan li ser pêvajoya amadekirina pêşnûmeya “Li ser kêmarên neteweyî” axivî û da zanîn ku li ser vê yekê gelek nîqaş hatin kirin. Ewî tekez kir ku nûnerên civakên hindikayiyên neteweyî yên Ermenîstanê, û her weha pisporên eleqedar ku nûnertiya mafên van dawîn dikin, beşdarî gotûbêjan bûn, li ser girîngiya xebata komîteyê û armanca wê ya kirina guhertinên erênî di jiyana civakên hindikahiyên neteweyî de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button