H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanên Ermenîstanê bona beşdarbûna xweye nava civînên Şêwira Avropayêye parlamêntîyê çûne Parîzê

Komeke parlamêntvanên Ermenîstanê bona beşdarbûna xweye nava civînên Şêwira Avropayêye parlamêntîyêda çûne Fransîyayê.

Derbarê wê yekêda “Armenpress” ê ragîhandîye.Hatîye ragîhandinê,wekî ji 3 a hetanî 6 ê adarê civînên Şêwira Avropayêye parlamêntîyê li Parîzê pêk tên û  serokatîya dêlêgasîya Ermenîstanê dike cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan.

Usa jî hatîye ragîhandinê,wekî bona beşdarbûna nava xebatên civîna komîsîya pirsên mîgrasîyon û mihacira ji 10 a hetanî 15 ê adarê endama dêlêgasîya Ermenîstanê Arûsyak Cûlhakyanê li Parîzêbe. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button