SerekeSîyasî

Serok Barzanî li gel sê partîyên Bakûrê Kurdistanê proseya aşîtîyê li Tirkîyayê gotûbêj kirîye

Serok Barzanî li gel şandeke hevbeş ya 3 partîyên Bakurê Kurdistanê, proseya aşîtîyê li Tirkiyayê û bandora wê li ser hemû proseya sîyasî û doza kurdî li navçeyê gotûbêj kirine.

Serok Mesûd Barzanî  3 ê adarê bi şandeke hevbeş ya sê partîyên Bakurê Kurdistanê re civiya ku ji serokê partiya welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk, serokê partîya sosyalîst ya Kurdistanê Bayram Bozyel, serokê partiya maf û azadîyan Duzgun Kaplan pêk dihat.

Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser proseya aşîtîyê li Tirkiyayê û bandora wê li ser proseya sîyasî ya giştî û doza kurdî li navçeyê hatin kirin. Her wiha tekezî li ser piştevanîya proseya aşîtîyê û gihîştina bi çareserîyekê li Tirkîyayê kirin.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên sîyasî û ewlekarî yên li navçeyê, bi taybetî li Sûrîyayê hatin gotûbêjkirin.Serok Barzanî ji şanda mêvana re behsa rewş û paşaroja gelê kurd, derfet û metirsiyan kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button