SerekeSîyasî

USAID ê  karibûye ku berîya  qerimandinê nêzîkî 50 selef ji 250 mîlyon dolarên soz dabûn  derbazî Ermenîstanê bikin

Sala 2024 de, Ermenîstanê 110 mîlyon dolar li şûna 250 mîlyon dolarê ku di peymana alîkarîyê ya bi USAID re hatîye destnîşan kirin, ku wek beşek ji pêşxistina hevkarîyê bi Dewletên Yekbûyî re hate armanc kirin, wergirt.

Wezîreta Ermenîstanêye karên der li ser pirseke nivîskî ya Sputnik  Armênîyayê ev agahî daye.

Em behsa belgeyeke ku  îlona sala  2024 a de di navbera cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û midûrê mîsyona USAID li Ermenîstanê Con Alêlo de hatîye îmzekirin, peymana alîkarîyê ya bi armanca pêşxistina hevkarîyê di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de guhertîye.

Di encamê de pereyên ku di peymana USAID ê de hatibûn raber kirin  hema du qat zêde bû û ji 120 mîlyon dolar derket 250 mîlyon dolar û qadên bernameyên hevpar hatin berfirehkirin.

Wîzareta karên  der  dîyar kir ku hemû bernameyên alîkarîyên der yên ku ji alîyê wezîreta der û USAID ve tên fînansekirin hatine qerimandin, û tu projeyên hevbeş yên wezîretê bi ajansê re nîne.

Wezîreta  karên  der dîyar kirîye: “Ji sala 2024 a vir ve, ji 250 mîlyon dolaran 110 mîlyon dolar hatîye veqetandin, ku ji wan nêzîkî 49 mîlyon dolar ji bo “Pêşvebirina veguhestina dêmokratîk” hatîye terxankirin.

Di çarçoveya vê destpêşxerîya han de 5 bername hatine cîbicîkirin: serwêrîya yasa û mafên mirovan (6,6 mîlyon dolar), rêveberîya baş (nêzîkî 18,9 mîlyon dolar), pêşbazîya sîyasî û avakirina lihevkirin (nêzîkî 8 mîlyon dolar), civaka sîvîl û mêdya (13,6 mîlyon dolar), alîkarîya mirovî (mîlyonek dolar).

Nêzîkî 60 mîlyon dolar di çarçoveya “pêşxistina ewlehîya aborî” de li bernameyan hat belavkirin. Bi vî awayî, nêzîkî 29.8 mîlyon dolar ji bo zêdekirina berhemdarîya sêktora taybet, nêzîkî 3.2 mîlyon dolar ji bo pêşkeftina hêza kar, nêzîkî 25.8 mîlyon dolar ji bo kar û barên ÿnêrjîyê, û mîlyonek dolar ji bo alîkarîya mirovî hatîye veqetandin.

Berîya niha serokê Amêrîkayê Donald Tramp wezîrê  karên der yê Amêrîkayê Marko Rûbîo wek serokê USAID destnîşan kiribû, ku ji alîyê xwe ve kongrêsê derbarê pêdaçûyîna sîyaseta alîkarîyên der de agahdar kiribû. Karsazê amêrîkî Îlon Mask USAID wek “rêxistinek sûcdar” bi nav kir û got ku dem dema “mirinê ye

Berî niha mêdyaya rojavayê ragîhandibû ku piştî ku Amêrîka alîkarîyên ji bo welatên din rawestand, rêveberîya Tramp nêzîkî 60 berpirsên payebilind yên USAID ji bo betlaneyê danîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button