
Bi raspardeya serokê hukumeta Herêma Kurdistanê, birêveberyeke perwerdeyê ji bo xwandina bi zimanê kurdî li dîyasporayê ji bo kurdistanîyan tê vekirin. Ji bo wê yekê jî, yadaşteke hevahengîyê di navbera wezîreta perwerdeyê ya hukumeta Herêma Kurdistanê û fêdêrasîyona revenda kurdî li dîyasporayê hate îmzekirin.
Wezîreta perwerdeyê ya hukumeta Herêma Kurdistanê û revenda kurdî li dîyasporayê yadaşteke hevahengîyê îmze kirîye. Wezîrê perwerdeyê yê hukumeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd di konfêranseke rojnamevanî de gotîye: “Ew yadaşt li ser raspardeya serokê hukumeta Herêma Kurdistanê hatîye îmzekirin û armanc ji wê vekirina birêveberiyeke girêdayî xwandina kurdî li dîyasporayê ye”.
Alan Heme Seîd herwesa ragîhandîye: “Li ser raspardeya serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hukumeta Herêma Kurdistanê bi rêveberîyekê ji bo xwandina derveyê welatî ji bo wan ezîzan vedike yên ku li dîyasporayê ne. Ji niha ve li ser astê birêveberîyê kar tên dezgehîkirin.
Navbirî amaje jî daye: “Alîyekî din yê girîng yê wê pirojeyê damezrandina dezgeheke girîng ya wek fêdêrasîyonê ye, ku li derveyê welatî piştevana revenda kurdî ye, piştevana kurdan li dîyasporayê ye li ser hemî kar û çalakîyan û xazima jî di warê zimanî de, ji bo xizmetkirina çanda perwerdeyî”.
Wezîreta perwerdeyê eşkere jî kirîye:“Lema em îro bi navendeke girîng re hevahengîyê dikin, ku ew dezgeh bi pareke zêde ya kurdan li dîyaspirayê re aşna ye, ew jî konfêdêrasîyona revenda kurdî ye”.







