SerekeSîyasî

Rayedarên Tirkîyayê berîya banga çekdanînê bi qasî salekê bi Ocalan re danûstandin kirine: çavkanîya PKK ê

Rayedarên Tirkîyayê bi rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdulah Ocalan re nêzîkî salekê danûstandin kirin berî ku  27 ê sibatê daxwaza bêçekkirin û hilweşandina PKK ê kir. Li gorî nûçeya Turkish Minute, hevserokê rêxistina kongra gel ya ser bi PKK ê Remzî Kartal di hevpeyvînekê de li gel kanala BBC a tirkî  gotîye.

Pêvajoya ku bû sedema banga Ocalan ji bo gelek kesan  cotmehê de dest pê kir, ji ber ku wê demê serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) û hevalbendê sereke yê serokkomarê Tirkîyayê Recep Tayîb Êrdogan Dêvlêt Bahçêlî daxuyanîyek da û bang li Ocalan kir ku li koma parlementoya Partîya Wekhevî û Dêmokrasîyê ya Gelan (DEM) ya alîgirê kurdan biaxive û banga bêçekkirina PKK ê bike.

Daxuyanîya Bahçêlî ne çaverêkirî bû, ji ber helwesta partîya wî ya netewperest û dijberî PKK ê ya dîrokî, lê kesên ku bi hevdîtinan dizanin, di nav wan de Kartal û Zûbêyîr Aydar, kesekî din yê payebilind yê PKK ê yê li sirgûnê ku berîya hevpeyvîna Kartal ji Medya TV re axivîn, dîyar kirin ku hevdîtinên di navbera Ocalan û dewleta tirk de berîya daxuyanîyên gel dewam dikin.

Li gorî wan sê serdanên şanda partîya DEM ê bo Ocalan di zindana girava Îmralîyê de tenê ji bo bi dawîkirina pirînsîpên ku berî niha li ser danûstandin û lihevkirinê hatibûn kirin, bûn.

Kartal da zanîn ku li girava Îmralîyê di navbera nûnerên dewletê û Ocalan de hevdîtin pêk hatine. Li gorî wî, berîya daxuyanîyên Ocalan hemû alîyên pêvajoyê bi awayekî berfireh hatin gotûbêjkirin.

Kartal gotîye: “Her tişt bi mutabaqata hevpar ya Ocalan û rayedarên dewletê pêk hatîye”.

Ewî her wiha da zanîn ku serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) ya opozîsyonê Ozgûr Ozel jî ji van danûstandinan agahdar bûye.

Kartal îdîa kir ku banga Ocalan ya ji bo çekberdanê ne tenê li dijî PKK ê ye, li hîmberî dewleta tirk jî hatîye armanckirin û amaje bi wê yekê kir ku divê Enqere gavên berevajî biavêje. Da zanîn ku hêvîya yekemîn û herî lezgîn ji hukumetê ew e ku şert û mercên girtîgehê yên Ocalan bên başkirin û di dawîyê de jî azadiya Ocalan bê dayîn.

Kartal her wiha li ser pirsa gelo ev bangewazîya Ocalan ji bo baskên PKK li Sûrîyayê û Îranê, bi taybetî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partîya Jîyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) hatîye kirin, kirîye.

Ewî nûçeyên derbarê hevdîtinên cuda yên di navbera berpirsên Tirkîyayê û serkirdeyên PKK ê yên li derveyî Îmralîyê de red kirin û ew wek “derew” bi nav kirin.

Di vê navberê de, gote-gotên derbarê serbestberdana hevserokê berê yê Partîya Dêmokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Dêmirtaş, ku ji sala 2016 a ve bi sûcên têrorîzmê girtî ye, zêde dibin. Êrdogan destûr da Dêmîrtaş ku ji girtîgehê derkeve û ji bo ku hevjîna xwe di dema emelîyatê de bibîne biçe Stembolê. Her wiha hat ragîhandin ku Bahçêlî bi têlefonê bi Dêmîrtaş re axivî û hêvîya başbûnê ji hevjîna wî re xwest û ji bo piştgirîya pêvajoya aşîtîyê spasîya wê kir.

Ev tevgerên li hevhatinî yên Êrdogan û Bahçêlî, spêkûlasîyonan derxist holê ku dibe ku Tirkîya di sîyaseta xwe ya kurd de guhertineke berfireh bifikire. Hin vekoler di wê bawerîyê de ne ku dibe ku hukumet li gorî biryarên AÎHM ê wek helwesteke baş ber bi berdana Dêmîrtaş ve biçe.

 Kartal destnîşan kir ku gavên pêşdetir yên pêvajoya aşîtîyê girêdayî kiryarên dewleta tirk in.

“Hger kesek bifikire ku PKK xilas bûye, xelet e”. “Belê, dibe ku opêrasîyonên leşkerî bi dawî bibin, lê têkoşîna sîyasî ya ji bo mafên dêmokratîk hê nû dest pê dike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button