
Hevseroka DEM partîyê ragîhandîye, ji bo ku PKK bikare kongreya xwe saz bike divê zemînekî bê şer bê avakirin û artêşa Tirkîyayê opêrasîyonên xwe rawestîne.
Hevseroka DEM partîyê Tûlay Hatîmogûllarî di civîna koma partîya xwe ya li parlamêntoya Tirkîyayê de derbarê pêvajoya nû axivî.
Hevseroka DEM partîyê Tûlay Hatîmogûllarîyê ragihand, rêberê PKK ê Ebdullah Ocalan bi bangawazîya xwe ya 27 ê sibatê derîyê aşîtî û dêmokrasîyê vekirîye û gotîye:
“Vê bangawazîyê zemînê herî bihêz yê aşîtî û çareserîya sed salî ava kirîye.
Em îdî derbazî serdemekê bûne ku ne tirs û dilgiranî, daxwazên dadmendî û azadîyê tê de werin dîyarkirin”.
Tûlay Hatîmogûllarîyê dîyar kirîye ku mixetabê banga Ocalan ne tenê PKK ye û anî ziman:
“Di heman demê de mixetab dewlet, desthilat, civak û temamiya mixalefetê ye.
Yek ji mixetabên herî girîng jî parlamento ye ku niha em di bin banê wê de civîna xwe saz dikin”.
Hevseroka DEM partîyê amaje bi bersiva PKK ê ya li beramberî banga Ocalan da û da zanîn:
“PKK ê di daxuyanîya xwe de ji raya giştî re ragîhand ku ew wê pêbendî banga birêz Ocalan be.
PKK ê di wê daxuyanîya xwe de ji bo hemû hêzên xwe banga agirbestê kir û vê yekê jî hêvîya me ya aşîtîyê zêde kir”.
“Niha dora desthilat û dewletê ye”
Di berdewamîya axaftina xwe de Tûlay Hatîmogûllarîyê ragîhand, ji bo ku Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di çarçoveya banga Ebdullah Ocalan de bikare kongreya xwe saz bike divê bi lez zemînekî bê şer bê avakirin û Tirkîya bi lez opêrasîyonên xwe yên derveyî sînor rawestîne û gotîye:
“Wek tê zanîn PKK ê agirbest ragihand.
Bi heman awayî rawestana opêrasîyonên leşkerî yên ku ji vê derê tên kirin û pêkhatina vê zemînê gelekî girîng e.
Niha ji bo vê pêvajoyê dora avîtina gavan û wergirtina berpirsyarîyê ya desthilat û dewletê ye”.
Hatîmogûllarîyê daxuyanîya serokkomarê Tirkîyayê ya derbarê pêvajoyê jî bi bîr xistîye û gotîye:
“Lê xwedîderketina birêz Êrdogan ya li vê pêvajoyê gelekî girîng e.
Ji bo dêmokrasîya Tirkîyayê û avakirina aşîtîyê li vî welatî gotin tenê têrê nakin.
Pêwîstî bi kar û kiryaran heye. Ev yek jî bi awayek xwezayî ji kesê ku dewletê bi rê ve dibe, wate ji serokkomar tê hêvîkirin”.
Rêberê girtî yê PKK ê Ebdullaha Ocalan 27 ê sibata sala 2025 a banga çekdanîn û fesixkirinê li PKK ê kir.
Piştî ku roja 1 ê adarê PKK ê agirbest ragîhand, roja duşemê jî wezîrê parastinê yê Tirkîyayê ragîhand ku ew rê nadin pêvajo bê têkdan û dirêjkirin.
Niha ji bo pêvajoyê çav li ser gavên yasayî yên dewletê û sazkirina kongreya PKK ê ne.







