Serokwezîr cedandinên bona aşîtîyê çawa gavên bona helkirina pirsa paşdahatina dîla hesab dike

Hemû hewildanên bona îmzekirina peymana aşîtîyê ji wan gavane, kîjan dikarin alî hemû pirsgirêka bikin, nava wanda pirsa paşdahatina dîlên ermenî, yên ku li Bekûyê bi neqanûnî tên xweykirinê. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê, derheqa wê yekênda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.
Parlamêntvana ji fraksîya opozîsîyon Agnêsa Xamoyanê pirs daye: “Xêncî elametîya hûn bona welatîyên Ermenîstanê çi dikin, yên ku li hebsa Adirbêcanê tên zêrandinê û tevî wî welatî amade dibin peymana aşîtîyê îmzekin?”.
“Hewildanên bona îmzekirina peymana aşîtîyê ji wan gavane, kîjan dikarin alî wan pirsgirêka bikin. Xêncî elametîya em usa jî hindava rojeva aşîtîyê amin dimînin, çimkî em difikirin wekî ewin ew kirin û atmosifêra aşîtîyê jî ew yeke, ya ku dikare nava wê pirsgirêkêda bê helkirinê”,-Paşînyan gotîye.







