Parlamêntarên konsêya Avropayê yên li ser mijara girtîyên ermenî yên li Bekûyê bi awayekî derqanûnî tên girtin, bijardeya nîqaşên lezgîn û erêkirina biryarekê dinirxînin

Girtîyên ermenî yên ku bi awayekî neqanûnî li Bekûyê tên girtin rastî îşkence û mûameleya xerab tên û hişyarîyên sazîyên navneteweyî yên li ser vê yekê jî di nav endamên parlamêntoya Avropayê de bûye sedema nîgeran û nerazîbûneke mezin.
Li gorî agahîyên ku nûçegihanê “Armenpress” ê yê li Bryûsêlê bi dest xist, van rojan nîqaş li ser wê yekê tê kirin ku ev hêrsa wekîlên Şêwira Avropayê di rûniştina giştî ya parlamênta Avropayê ya ku heftêya bê li Strasbûrgê tê lidarxistin , bi çi şeklî pêk tê. Der barê mijarê de nîqaşên lezgîn û qebûlkirina biryarekê nayê rê kirin.
Adirbêcan hebûna 23 dîlên ermenî yên şer piştrast dike.
Adirbêcanê bi awayekî neqanûnî serokên berê yên Qerebaxê Arkadî Xûkasyan, Bako Sahakyan, Arayîk Harûtyûnyan, endamê berê yê meclîsa neteweyî ya Qerebaxê Davît Îşxanyan, wezîrê karên der yê berê Davît Babayan, alîkarê wezîrê parastinê yê berê Lêvon Mnasakanyan, wezîrê parastinê yê berê Davît Manûkyan, wezîrê berê yê dewletê Rûbên Vardanyan.
Her wiha der barê Vasîlî Bêglaryan,Êrîk Xazaryan, Davît Alahvêrdyan, Gûrgên Stêpanyan, Lêvon Balayan, Madat Babayan, Garîk Martîrosyan û Mêlîksêt Paşayan de jî sûcên derew hatin kirin.
Doza sûc ya der barê Rûbên Vardanyan de ji dosyayên din hat veqetandin û doza cuda hat dîtin.
Wezîrê berê yê dewleta Qerebaxê Rûbên Vardanyan di pêwendîyeke têlêfonî de bi malbata xwe re, ji bo şermezarkirina darizandina derewîn ya li Adirbêcanê, di rûniştina asayî ya dadgehê de ku di 25 ê sibatê de pêk hat, rewşa Rûbên Vardanyan xirab bûye, ji ber vê yekê rûniştin hat paşxistin û piştre berdewam kir. Rûniştina dawî 4 ê adarê de pêk hat. Parêzer û malbata Rûbên Vardanyan, ji ber xeravbûna rewşa wî ya tenduristîyê û her wiha îşkenceya ku tê kirin, alarmê dixin.
Di 28 ê sibatê de wezîreta karên der ya Ermenîstanê der barê girtîyên ermenî yên şer de ku bi awayekî neqanûnî li Bekûyê tên girtin, daxuyanîyek da.







