“Gerekê halê girêdayî dîlên ermenîra, yên li Bekûyê lez bikine bin kontrolê”: banga Armên Gêvorgyan boy serokê civîna Şêwira Avropayêye parlamêntîyê

Di civîna asayî ya komîtêya kar û barên civakî, tenduristîyê û pêşketina berdewam ku 7 ê adara sala 2025 a li Parîzê hat lidarxistin , endamê heyeta Ermenîstanê ya Şêwira Avropayê Armên Gêvorgyan daxuyanî daye.
“Hevalên hêja,
Meha çile de, me biryarek derbarê rewşa mirovî ya li Gazayê qebûl kir, ku tê de tê gotin ku “Meclîs nikare qebûl bike ku ev krîza mirovî wek neçarî bê raberkirin yan wek “normeke nû” bê dîtin.” Îlham Elîyêv piştî qirkirina êtnîkî ya li ser ermenîyan û dagirkirina ermenîyan, polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li hemberî ermenîyan demam kir û armanca wê ew e ku vegere welatê xwe yê dîrokî.
Çend dêrên ermenîyan, komplêksên bîrdarîyê yên ji bo dîroka ermenîyan, navendên çandê, pirtûkxane û dibistan û bi sedan xaçkar hatine hilweşandin. Navendên ruhanî yên ermenîyan tên xerabkirin, zêdeyî 30 kolêksîyonên hunerî û mûzêy hatine talankirin. Nêzîkî deh wargehên ermenîyan jî hatin wêrankirin.Salên dawî de zêdetirî 24 hezar ermenî ji Qerebaxa Çîya derketine.
Dixwazim bala we bikişînim ser wê yekê ku ji ber mehkemekirina rezîlîyên şer yên ermenî yên li Bekûyê, mafê ermenîyên Qerebaxê yên vegerê bo welatê xwe yê dîrokî, ne pêkan e. Ev şîdeta derûnî ya li dijî ermenîyan e, ji wan re tê gotin, “Heger serokên we di rewşeke wiha de bin, bifikirin wê çi bê serê we heger hûn biryara vegera Qerebaxê bidin”. Ev kes di serî de ji ber ermenî ne, xiristîyan in li Bekûyê tên darizandin. Ji ber ku wek serokên miletekî biçûk lê serbilind, 30 sal zêdetir e ku li dijî Adirbêcana otorîtar di nav civakeke azad û dêmokratîk de bijîn, têne şermezar kirin. Qedir û cesareta xwe ji dest nadin, ji ber vê jî rastî îşkence û heqaretan tên.
Norm, mêxanîzm û sazîyên navneteweyî yên ji bo ji holê rakirina rewşa felaket ya li Arsaxê pêk tê, bi ti awayî naxebitin. Adirbêcan bi qestî biryarên dadgehên navneteweyî binpê dike û paşguh dike û civaka navneteweyî jî li himber mijara dabînkirina mafên 150 hezar ermenîya ji bo vegerandina welatê xwe yên dîrokî xemsarîyeke eşkere nîşan dide.
“Ez ji we daxwaz dikim ku hûn piştgirîyê bidin banga min ya ji sêkrêtarê giştî yê Konsêya Avropayê, serokê Şêwira Avropayê û komîserîya bilind ya mafên mirovan, da ku tavilî rewşa girtîyên ermenî yên li Bekûyê bixin bin kontrola xwe, nûnerekî taybet bişînin wir da ku bi Adirbêcanê re li ser erkên navneteweyî yên xwe nîqaş bike û neçar bike ku wan bicîh bîne”.







